Armanc têkdana herêmê ye

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 02:35

Artêşa Tirk a dagirker dema dawî bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybetî jî li herêma Metînayê dike. Ji ber bombardûmanê li herêma Metînayê agirekî mezin bi zeviyên gundê Mîska, Dergelê û Bazê ket.

Dîmenên dawî yên ji herêmê hatin, nîşan didin ku gundê Mîska yê gelê Asûrî ku ji baweriya Xiristiyan e, ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bombekirin. Tê gotin, artêşa Tirk ji bo valakirina vî gundî destpêkê gef xwariye, piştre jî bi bombekirinê lê welê kiriye ku jiyan lê nemîne. Artêşa Tirk ku bi salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, bi bombardûmana li gundê Mîskayê hem agir berda xwezaya herêmê û xweza talan kir, hem jî bombe li qada gundiyan û dêrê barand ku îbadetxaneyeke.

Ev sûcên şer ên artêşa Tirk û hevkarê wê PDK'ê, ji aliyê saziyên navneteweyî yên cuda û saziyên medyayê yên herêmê ve bi belgeyan pêşkêşî raya giştî hatibû kirin.

YNK: Bêdeng nemînin

Li dijî êriş û dagirkeriya artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û serweriya xaka Iraqê, Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek weşand û wiha hate gotin:“Ev çend rojin artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê operasyonan dike. Mixabin di encama berdewamiya van operasyonan de ziyan gihiştiye mal û zeviyên xelkê Herêma Kurdistanê. Ev yek jî bûye sedema aciziya xelkê. Em van binpêkirinên li ser serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê şermezar dikin. Ji ber ku ewlehiya welat û ewlehiya xelkê dixe metirsiyê. Ev jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Berdewamiya binpêkirinan ji ber wê yekê ye ku Iraq nekariye xwe bihêz bike û bersiva van êriş û binpêkirinan bide. Di vê çarçoveyê de em bang li hikûmeta federal dikin ku hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ji bo rêgirtina li binpêkirinên bi vî rengî, ku niha Tirkiye dike, tenê armanca wan têkdana aramiya welat û binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.