Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo diyar kir ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî koçberên Efrînê, gel li hemberî hikumeta Şamê derket û banga rakirina ambargoya li ser herêmê kir. 

Hikumeta Şamê dor herêmên koçberên Efrînê lê dimînin dorpêç kiriye; di warê aborî, debar û dermanan de jî ambargo daniye ser.  Şêniyên herêmê li pêşiya bendên hikumeta Şamê kom bû û li dijî siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî gel dimeşîne protesto kirin.

Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo li ser van siyasetên rejîma Şamê got: "Ev siyaseteke sîstematîk e, hêzên hikumetê ji beriya 3 salan ve li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehayê vê siyasetê dimeşînin û hewl didin vîna gel bişkînin û serî li gel bitewînin."

Mihemed Ebo diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan li hemberî siyaseta hikumetê ya li dijî gel, bêdeng e. Cîgirê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebo bang li rêxistinên navneteweyî û neteweyî kir, ku tavilê destwerdanê bikin û dawî li siyaseta hikumeta Şamê ya ku li dijî koçber û şêniyên herêmê dide meşandin bîne.

ANHA/ŞEHBA