Hevseroka KNK´ê Zeyneb Mûrad: Tirkiyeyê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku Hikûmeta Iraqê rê bide ku Artêşa Tirk bikeve Şengalê. Daxwazên Tirkiyeyê erênî nehatine pêşwazîkirin.
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad, li ser serdana Hûlûsî Akar û Yaşar Guler a ji bo Başûrê Kurdistanê û Bexdayê got, agahî gihîştiye ber destê wan ku Tirkiyê ji Iraqê daxwaza operasyona li dijî Şengalê kiriye: “Tirkiye tişta ku bi destê DAIŞ’ê nekiriye, dixwaze bi awayekî fîîlî ew bixwe bike.”
Ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut bi Zeyneb mûrad re peyiviye. Wê li ser serdana 18´ê Çile ya wezîrê Tirk got, "Tirkiye li benda hevdîtineke wiha bû. Tirkiyeyê di vê serdanê de jî desketiyeke berbiçav bi dest nexist. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, Tirkiyeyê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku Hikûmeta Iraqê rê bide ku Artêşa Tirk bikeve Şengalê. Di heman demê de di vê hevdîtinê de daxwaza Tirkiyeyê ya serekê bûye hebûna PKK’ê ya li Başûr. Wezîrê Parastina Tirkiyeyê ev daxwaz kirine. Daxwazên Tirkiyeyê hîn nehatine bersivandin û ev daxwaz erênî nehatine pêşwazîkirin."
Hevseroka KNK´ê Zeyneb Mûrad hevdîtina bi rayedarên Başûr re jî wiha dinirxîne: "Tirkiye bi rêya van hevdîtinan dixwaze bikeve Başûr. Ev hevdîtin ji bo me girîng e û em naxwazin ku daxwazên hikûmeta Tirkiyeyê pêk werin. Em dibêjin, çi karê dijminekî weke dewleta Tirkiyeyê li ser xaka Kurdistanê heye? Em dibînin ku pîlan û armancên Tirkiyeyê ne tenê tinekirina PKK'ê ne. Tirkiye dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Di nav vê de Mûsil û Kerkûk hene. Bi kurtasî bi vê dagirkirinê dixwazin nexşeya dewleta Osmanî ya kevin, nû bikin. Dixwazin Mîsaqa Mîllî careke din nû bikin."
Pîlanên mezin ên dagirkirinê
Li ser daxuyaniyên rayedarên Tirk piştî hevdîtinan jî Zeyneb Mûrad got, "Piştî hevdîtina Halûsî Akar, Erdogan sînyalên êrîşbirina ser Şengalê da. Ne tenê Şengal di heman demê de amadekariyê dikin ku êrîşî Dêrîka Hemko jî bikin. Ti axaftina Erdogan ne rashatin e. Ji bo dagirkirina Kurdistanê pîlan û armancên Erdogan ên mezin hene. Îro ew pîlanên bi destê DAÎŞ'ê pek nehatine, Tirkiye dixwaze bi fîîlî pêk bînê û ji bo wê jî niha di nav liv û tevgerê de ye. Pîlana sereke jî ew e ku dixwaze civaka Êzîdî bi qir bike. Di heman demê de dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike."
Wê her wiha xwest kurd ji bo parastina civaka Êzîdî û Kurdistanê jî bi erka xwe rabin: "Lazim e her Kurd civaka me ya Êzîdî biparêze. Em dibînîn ku civaka Êzidî li ser piyan e û li dijî van pîlanên qirêj li ber xwe dide. Divê her kes ji aliyekî ve têkoşîna xwe mezin û xurt bike."
Kurdistanê fikrî û aborî jî dagir dike
Ji bo rewşa li Başûrê Kurdistanê jî hevseroka KNK´ê Zeyneb Mûrad got, "Li her bajêrê Başûr gel li ser piyan bû. Lê têrê nake. Loma em dibêjin, têkoşîneke mezintir pêwîst e. Bi taybetî jî erk û peyvireke mezin dikeve ser milê jinan ku em karibin bi rol û mîsyona xwe rabin. Herkes dixwaze ku mafê xwe bigire. Gel dixwaze li ser xaka xwe bêyî pirsgirîkên aborî û siyasî bijî. Sedemên pirsgirîkên Başûr hemûyan Dewleta Tirk e. Dagirkerî ne tenê leşkerî ye. Hikûmeta Tirk ji aliyê fikrî ve jî xaka Başûr dagir dike. Bi rêya ragihandinê, bi rêya bazirganiyê û karên cuda pîlanên dagirkeriyê li ser civaka me dimeşîen. Li dijî van pîlanan hişyariyeke cidî lazim e."
NAVENDA NÛÇEYAN