• Iraqê cara pêşî ye ku êrişa li dijî Mexmûrê bi awayekî fermî şermezar kir. Serokkomar Berhem Salih got, ew weke Iraqê bi tundî bombebaran kirina wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin.

Pêr dewleta Tirk bi balefirên bêmirov ên bi sîleh êriş bire ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî. Di êrişê de sê penaber şehîd bûn. Serê pêşî penaberên wargehê û Kurdistaniyan nerazîbûna xwe nîşan da. Li ser êrişê, ev cara yekê ye bi awayekî eşkere serokkomarê Iraqê Berhem Salih dewleta Tirk şermezar kir. Ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî cara ewilî ye ku dengê nerazîbûnê ji xwe da der. KCD, TJA û DBP’ê jî nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk da û got, “Ev yek dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e.” 

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, êrişa dewleta Tirk a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi tundî şermezar kir. Serokkomarê Iraqê êriş weke ‘pêngaveke metirsîdar’ bi nav kir.

Dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Neteweyên Yekbûyî wargeh fermî weke wargeha paneberan nas kiriye, tevî vê jî gelek caran dewleta Tirk a dagirker wê bombebaran dike.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, derbarê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wargehê de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Wî got, ew weke Iraqê bi tundî bombebaran kirina wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin.

Di dawîya daxuyanîyê de Serokkomarê Iraqê, êrişa li dijî wargeha Mexmûrê weke ‘pêngaveke metirsîdar’ bi nav kir. 

Yekane çareserî parastina serweriya xaka Kurdistanê ye

Piştî daxûyanîya Serokkomarê Iraqê, parlamenterê Iraqê Kawa Mihemed jî derbarê êrişên Tirkîyeyê yên li dijî Başûrê Kurdîstanê de daxûyanîyek da û got: “Di demên dawiyê de dagirkeriya xwe zêdetir kiriye. Em hewl didin ji bo vê yekê komîsyonekê ava bikin.” 
Kawa Mihemed, di dewamê de got: “Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê ji berê ve dewam dike. Niha dagirkeriya xwe zêdetir kiriye. Bêdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye. Ji berê ve jî hertim bêdeng mane. Heta hinekan ji wan hevkariya dewleta Tirk kiriye da ku dewleta Tirk li nava xaka Başûr baregehên xwe ava bike. Ti welatparêzî di wê yekê de nîne ku xaka welat were dagirkirin û beramberî wê ti helwêstek neyê nîşandan.”

Kawa Mihemed, bal kişand ser bêdengiya li dijî vê rewşê jî û got, “Me di nava Parlamentoya Iraqê de 51 îmze kom kirine da ku di civînên dema pêş yên parlamenê de komîsyoneke hevbeş ji komîsyonên peywendîdar ên nava parlamenê ava kin. Ew komîsyon wê derbarê êriş û kiryarên dewleta Tirk ên wek birrîna daristanan lêbikole. Heger dagirkeriya Tirk dewam bike, siberoja Herêma Kurdistanê wê ji niha xirabtir bibe. Yek çare tenê heye, ew jî Hikûmeta Herêmê li dijî dagirkeriyê helwêstê nîşan bide û serweriya xaka Kurdistanê biparêze.” 

Bêdengmayîn şirîkatiya qirkirinê ye 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkildarî êrişa doh a artêşa Tirk li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke hevpar da. Wan got, “Bombekirina kampa Mexmûrê nîşaneya bicihanîna wê helwêstê ye ku bi gotina ‘jin jî be, zarok jî be ya pêwîst çi be wê bê kirin’ hatibû pênasekirin.

Ev êrişa li dijî xelkê Mexmûrê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Kampa Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî de ye, hate bombekirin. Kamp ev  3 sal in ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ve di nava dorpêç û ambargoyê de ye, du salên dawî dibin hedefa êrişên hewayî.”

Rêxistinan daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan a 1’ê Hezîranê ya ku pê ku wargeha Mexmûrê kir hedef, bi bîr xist û got, “Ev yek nîşan dide ku li pişt vê êrişa li dijî sivîlan yekser Erdogan bi xwe heye. Mîna li Roboskî kirin, êrişa îro li Mexmûrê hate kirin, dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e. Bêdengiya li pêşberî vê êrişê ku sûcekî navneteweyî ye, di heman demê de şirîkatiya li vî sûcî ye jî.”

Heta ku dijmin têk biçe

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî kampê şermezar kir. Xelk li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, û heta benda kontrolê ya leşkerên Iraqê ya Navçeya Mexmûrê meşiya. Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da û bal bire ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hevkariya  PDK’ê ya li gel dewleta Tirk. Kaçan êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûrê şermezar kir û got, “Ji roja destpêkê heta niha wek dayîk û bavên şehîdan û şopdarên Rêber Apo, ti caran me gav bi şûn ve neavêtiye û em ê ti caran gavê bi şûn ve neavêjin. Heta em dijmin têk bibin, berxwedana me wê heta serketinê bidome.”

Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye 

Sefîra daimî DYE´yê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield derbarê êrişa dewleta Tirk a li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê de got, “Ev binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî ye. Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.” 

Linda Thomas Greenfield li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û got “Min ji rayedarên Tirk re bi awayekî eşkere diyar kir ku êrişên li dijî sivîlên kampa penaberan binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî ye. Ji ber êrişa îro (pêr) ez bi fikar im û ez bang dikim da ku li hemberî mafên penaberan alî bi hurmet bin.”