Armanc DEM Partî ye

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:43

MUJDAT CAN / MA / AMED

Ûgur Gezer ê ku ji alî derûnî ve bi raporan ispatkirî ye ku tendiristiya xwe ne baş e hate girtin. Parêzerê Gezer diyar kir miwekîlê wî nikare were cezakirin û destnîşan kir ji vê dozê armanc DEM Partî ye.

Ûgûr Gezer ê ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye, ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hedef hat nîşandan ku li Şaredariya Sûrê heqaret li Mûstafa Kemal û Serokê AKP'î Tayyîp Erdogan kiriye. Piştî vê Gezer di 18'ê Nîsanêd e hat destgîrkirin û paşê bi îdiaya "heqaret li Ataturk û Serokkomar kiriye" hat girtin. 

Parêzerê Gezer, Şemdîn Şahîn, xala 32'yan a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bibîr xist ku li kesên astengdarên zihnî ceza nayê birîn. 

Rapor heye, nikare were cezakirin

Şahîn anî ziman ku muwekîlê wî Gezer piştî dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin wekî rêveberê DEM Partiyê hedef hatiye girtin û got: "Li ser vê yekê muwekîlê min hat destgîrkirin. Lê belê, di temasa ewil de jî tê dîtin ku muwekîlê min ne bi tendirist e. Lê dîsa jî hate destgîrkirin. Malbatê rapora wî da polîsan. Çendî me rapor pêşkêş kir jî nêzî 24 saetan di bin nezaretê de ma."  

Şahîn destnîşan kir ku midûriyeta polîsan û dozgerî jî hay ji vê yekê hene, lê xwe li nedîtinê danîne û demildest biryara girtinê ya muwekîlê wî dane. 

Dadgeh bûne meqamê pejirandinê

Şahîn da zanîn ku di demênd awî de Dadgehên Ceza ya Sulhê bûne meqamê pejirandinê û wiha got: “Tevî hemû îtîrazên me jî, tevî dîmen û raporên hatine pêşkêşkirin jî, Dadgeha Ceza ya Sulhê biryara girtinê da." Şahîn anî ziman ku biryara girtinê berî teblîxî wan bê kirin, ew bi Twîta Wezareta Dadê hîn bûne ku muwekîlê wî hatiye girtin." 

Biryar siyasî ye

Şahîn diyar kir ku ev biryar ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û got ku nîşaneya vê jî ew e ku muwekîlê wî wekî rêveberê DEM Partiyê hatiye lansekirin. Şahîn bal kişand ser lînçkirina muwekîlê xwe û hedefnîşandana wî ya ji aliyê wezaretan ve û bêalîbûna dadgehan û got ku ev jî nîşan didin ku ev biryar bi saîqên siyasî hatiye dayîn.  

Her wiha Şahîn da zanîn ku muwekîlê wî di sala 2016'an de jî hatiye girtin û got ku 2 salan di girtîgehê de maye, lê belê wê demê bi biryara lijneya Nexweşxaneya Zanîngeha Înoniyê hatiye berdan û paşê beraet kiriye. 

Armanc  DEM Partî ye 

Şahîn bilêv kir ku ew ê li dijî destgîrkirinê îtîraz bikin û got ku li gorî biryara bê dayîn wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Şahîn anî ziman ku di vir de hedefa sereke DEM Parti ye û got: "Piştî ku raporên me û malbatê radestî dadgehê hatin kirin, dewamkirina vê yekê ne nîşaneya rewşeke baş e."  

Şahîn diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û muwekîlê wî bê berdan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.