Hêzên PDK’ê 3 nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn balafirgeha Hewlêrê, girtine. 9 roje aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.
Di 10’ê Hezîranê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin girtin. Ji wê rojê ve aqûbeta kesên hatine girtin, nayê zanîn. Endamê Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Surî yê li Herêma Kurdistanê Cemîl Rehmano der barê mijarê de got; her 3 endamên nûnertiya Rêveberiya Xweser û PYD’ê, ji bo pêşwazîkirina mêhvanên xwe çûbûn balafirgehê, lê ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin. Herwiha Asayîşa PDK`ê ciwanê ji Rojava yê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed, girtiye û aqûbeta wî jî nediyar e.
Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ya hevdîtinên xwe li Başûrê Kurdistanê didomîne çû serdana nûneriya Rêveberiya Xweser a li Başûr û ji bo her 3 kesên girtî bang hat kirin da ku bêne berdan.
ROJNEWS/SILÊMANÎ