Emîne Osê têkildarî girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve diyar kir ku girtina nûneran hemwextî bi lihevkirinên PDK'ê yên bi Tirkiyê re pêk hat û destnîşan kir ku ev kiryar xizmeta dewleta Tirk dike. 

Desthilatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 10’ê vê Hezîranê de nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên li Hewlêrê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwîzkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtin. Aqûbeta nûnerên girtî heta niha ne diyar e.

Girêdayî mijarê, Şêwirmend û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê girtina nûneran şermezar kir û got: "Girtinan nûneran hemwextî peymanên bi guman ên desthilata Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re pêk hatin, ku bi hinceta şerê li dijî PKK'ê dagirkirina xaka Kurdistanê dikin armanc."

Emîne Osê anî ziman ku li hemberî girtina dîplomatan û êrişên dewleta Tirk pêwîstî bi helwesteke xurt a gel heye û got: "Ji ber gertina hevrêyên me yan jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê, ji gelê Kurd heta ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku bibin xwedî helwest."

ANHA/REQA