BÊRÎVAN KUTLU / MA / WAN
DAIŞ a ku hêzên kûrewî berê wê dabû Rojhilata Navîn, bajarê Iraqê Misûl dagir kir û li dijî xelkên herêmê dest bi qirkirinê kir. Piştî dagirkirina Misûlê, di şeva roja 2’yê tebaxa 2014’an girêdayî 3’yê tebaxê dike de DAIŞ’ê êrişî êzidiyan kir. Êrişên wê yên li dijî gundên li derdora Çiyayê Şengalê veguherîn qirkirinê. Bi êrişan re hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û bûn sedema Fermana 73’yemîn. Di êrişên DAIŞ’ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, bi dehhezaran jê koçber bûn û bi hezaran jin jî di bazarên koleyan de hatin firotin.
Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û aktîvîstê êzidî Azzat Alsaleem têkildarî êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê, vekişîna PDK’ê û rola Tirkiyeyê ya di êrişê de nirxandin.
Feleknas Uca da zanîn ku Fermana 73’an li pêş çavê hemû cîhanê hate kirin û got ku vê komkujiyê di nava civaka Êzidî de rê li ber birînên xedar vekirin. Uca, diyar kir ku DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî li bazarên Misûlê firot û got: “Her jinek bi dehan caran hate firotin.”
Hêjî jinên Êzidî yên winda hene
Uca, da zanîn ku jin û zarokên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin li bajarên cuda derdikevin holê û got: “Gelek jin li Elmanya û Tirkiyeyê hatin firotin. Gelek zarok jî li bajarên weke Enqere û Kirşehîrê derketin holê. Enqere li ku, Şengal li ku ye. Dema em ji Amedê diçin Êlihê, li sê cihan noqteyên kontrolê hene. Gelo van jinan çawa tînin Enqereyê? Hêj gelek jinên Êzidî yên winda hene û gelek jî di destê wan de ne. Divê em bi têkoşîna xwe wan azad bikin. Jinên dîl hatine girtin ne tenê li Enqere û Sûriyeyê, em dizanin ku heta li Rihayê jî hene. Heta li welatên weke Tunus û Misrê jî hene. Bazarek li ser bedena jinan û baweriya Êzidiyan hate avakirin. Ji bo tunekirina baweriya Êzidiyan ya ku ji destê wan dihat kirin. Ev yek, siyaseta tunekirina êzidiyan e.”
Pêşmerge çima çû?
Di berdewamê de Uca destnîşan kir ku hêrseke mezin a Tirkiyeyê li dijî Êzidiyan heye û wiha pê de çû: “Ev hêrs, bi êrişên li dijî Şengalê tê domandin. Ewqas zilm li ser vî gelî hate kirin lê ew bombeyan li ser wan dibarînin, pêşengên wan dikujin. Hewl didin Şengalê vala bikin, Kurdistanê vala bikin û êzdatiyê tune bikin. Divê hemû kesên di vê pêvajoyê de xelkê Şengalê bi tenê hiştî bên darizandin. Wê demê bi hezaran pêşmerge li Şengalê bû. Gelo çima çekên xwe danîn û çûn? Çima jinên êzidî bi tenê hiştin? Divê bersiva van pirsan were dayîn.”
Ji PDK’ê û hikûmetê bawer nakin
Aktîvîstê Êzidî Azzat Alsaleem jî anî ziman ku ji ber şerê berjewendiyan ê li herêmê, birînên civaka Êzidî nayên başkirin. Alsaleem, diyar kir ku pêdiviya xelkê Şengalê bi edaletê heye û got: “Divê hêzên bûne sedema qirkirinê bên darizandin. Pêşmergeyên ku Êzidî bêçek kirin û terka wan kirin, ji hêla rêveberiya Hewlêrê ve hatin xelatkirin. Divê Şengal ji nûve were avakirin û piştgiriya psîkolojîk û fîzîkî ji bo yên sax were kirin. Hikûmeta Iraqê berpirsyartiya xwe pêk nayîne. Hikûmeta Iraqê mecbûr e ku hemwelatiyên xwe rizgar bike. Heke hêzeke Êzidî ya ku Êzidiyan biparêze û xweserî nebe, dê di nava salên pêş de dîsa qirkirin were kirin. Baweriya Êzidiyan ne bi PDK’ê û ne jî bi hikûmeta Iraqê tê.”