Apo Newroz e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Sibat 2023 - 05:14

  • Albuma 'Apo Newroz e' ku Koma Cûdî demeke dirêj e amadekariya wê dike, bi karekî kolektîf qediya. Di albumê de 12 stran hene û Koma Cûdî albumê wê meha Adarê pêşkêş dike. Klîpa destpêkê jî wê Adarê bê weşandin. 

NÛJIYAN ADAR/ANF/DÊRIK

 

Ji bo albuma 'Apo Newroz e' piştgirî û nêrîna nivîskar, rewşenbîr û hunermendên li Rojava, Ewrûpa, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hate wergirtin. Gotinên her berhemekê yên hunermendên cuda ne. Qeyda albumê jî li Studyoya Orkêş a li Amûdê hate kirin.

Gotinên strana 'Apo Newroz e' ya Ednan Îbrahîm e. Muzîka wê ji aliyê Şivan Cizîrî û Baran Dilbihar ve hatiye amadekirin. Strana 'Çiyayê Cûdî' li ser yek ji fermandarên efsanewî, Rizgar Gever (Muslum Firtina) hatiye çêkirin. Rizgar Gever 1'ê Mijdara 2018'an şehîd bûbû. Di vê stranê de qala gerîla û yekbûna gerîla a bi Çiyayê Cûdî re tê kirin.

 

Strana ‘Çiya li deştê kir’

Bi strana 'Apê Yûsif' qala welatparêzî, berxwedêrî û têkoşeriya Apê Yûsif tê kirin. Apê Yûsif 9'ê Mijdara 2021'ê tevî du neviyên xwe di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû. Gotin û muzîka stranê ya Baran Dilbihar e. Strana 'Çiya li deştê kir', qala bedewî, bereket û dewlemendiya Kurdistanê dike. Gotinên wê ji helbesteke Feqiyê Teyran hatine girtin. Muzîka wê ji aliyê Erdelan Amûdê ve hatine amadekirin.

 

‘Mizgîna Azadiyê’ îşaret bi lehengiyê dike

Gotinên strana 'Kewê Gozel' ji aliyê Dildar Şeko ve hat amadekirin. Muzîka wê jî Erdelan Amûdê çêkir. Di strana 'Desmala Govendê' de ku muzîka wê ya Erdelan Amûdê ye, gotinên wê jî yên Melevan Resûl e, qala ruhê seferberiya gel a di Şerê Gel ê Şoreşgerî de, rê û rêbazên parastina xakê ji dagirkeran tê kirin. Di albumê de bi strana 'Mizgîna Azadiyê' îşaret bi lehengiya destanî ya YPJ û YPG'ê tê kirin. Gotin û muzîka vê stranê jî ya Şivan Cizîrî ye.

 

Çand û baweriya Êzîdxanê

Gotin û muzîka strana 'Destana Êzîdxanê' ya Baran Dilbihar e. Di vê stranê de jî qala çand, bawerî û lehengiya Êzîdiyan, her wiha fermanên li hemberî wan û berxwedana PKK'ê ya bi pêşengiya şehîd Zekî Şengalî tê kirin. Di strana 'Avaşîn' de berxwedana şerê tunelan a gerîla û lehengiya destanî ya li dijî çekên teknîka herî pêşketî tê vegotin. Gotin û muzîka vê stranê jî Baran Dilbihar çêkirine.

 

Û xezala bi navê Mamiz

Muzîk û gotina strana 'Lehengên Botanê' ji aliyê Baran Dilbihar ve hatine amadekirin. Di vê stranê de Mahsûm Korkmaz û Delal Amed tên bibîrxistin, qala bedewiya qada Botanê û lehengiya gerîla ya li Botanê tê kirin. Di strana 'Mamiz' de jî behsa Xezala bi navê Mamiz a li çiyayên Kurdistanê tê kirin. Gotin û muzîka wê jî ya Baran Dilbihar e.

Herî dawî jî album bi strana 'Ho Reşo-Dara li homê' diqede ku berhemeke gelêrî ye.

 

Kedeke mezin a kolektîf

Ji Koma Cûdî, Bahar Dilbihar li ser albumê axivî û got, vî karî salekê dewam kiriye û di encama kedeke mezin û kolektîf de wan karê xwe qedandiye. Dilbihar anî ziman ku ne tenê ji Rojava, wan ji gelek welatên din piştgirî wergirtiye û got, "Album berhemeke Koma Cûdî ye, lê belê divê piştgiriya nivîskar, rewşenbîr û hunermendan neyê jibîrkirin. Lewma karekî koletîf bû, serketî bi encam bû. Albuma me ji 12 stranan pêk tê û piştî weşandina klîpeke wê di meha Adarê de wê bê pêşkêşkirin. Klîpa ku me destnîşan kiriye jî ya strana 'Apo Newroz e'. Jixwe, navê albuma me jî 'Apo Newroz e'. Em albumê diyarî Rêber Apo û gelê Kurd dikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.