Huner û sinehetê “flipbook” ku bêhtir di nava zarokan de navdar e, sinehetekî pirr kevn e. Tenê ne zarok, her wiha mezin jî bi vî sinehetî dizanin û gelek caran li ser defterên xwe bi vê lîstikê dilîzin. Dibêjim lîstik, ji ber ku ev sinehet weke lîstikekê ye jî. Bi vî şêwazî zarok û mezin resm yan jî fîgûran çêdikin li ser defteran û piştî fîgûran çêdikin, pelên defterê dilivînin. Bi vî awayî fîgûrên wan jî dilivin û weke ku zindî bin tevdigerin. Yanî, esasê vî hunerî lîstikeke tevgerê ye. Insanan bi vê rêbazê dikaribû serpêhatiyeke piçûk vebêjin yan jî ji hev re behsa qewimînên piçûk bikin.
Dibe ku ev ji bo gelekan tiştekî ji rêzê û besît be. Lê di bingehê hunerê sînema û anîmasyonê de ev sinehetê “flipbook” heye. Heta, heger em îro sînema û anîmasyonê weke formekî hunerî dinirxînin dîsa bi saya vê sineheta kevn e.
Arkeologan anîmasyona herî kevn li ser qedeheke darîn kifş kir. Qedeh li bajarê Şehrê Sûxteh (Bajarê Şewitî) ev qedeh kifş kir. Qedeh beriya 5 hezar salan hatiye çêkirin. Li ser qedehê resmê pezkoviyeke bi qiloç heye. Dema fîgûrên gakuviyê dilivin tevgereke piçûk û xweşik ya ku pezkovî xwe hildavêje derdikeve holê. pezkoviya li ser qedehê weke ku dibeze û diçêre hatiye teswîrkirin.
Li bajarê Şehrê Sûxteh beriya niha jî xebatên arkeolojiyê pêk hatibûn, lê ev qedeha ku resmê pezkoviyê li ser e û nimûneya yekem a anîmasyonê tê hasibandin, nû derket holê. Qedeha darîn ya kevn niha li Muzeya Neteweyî ya Îranê tê parastin.
TEHRAN