Anîbûn ber mirinê û berdabûn

Sêşem 1 Mijdar 2022 - 02:24

Girtî Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ketibû û beriya 2 mehan hatibû berdan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê jiyana xwe ji dest da.

Ehettîn Kaynar bi hinceta ku cihê xwe di nava 'Komîsyona Edaletê' de girtiye, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatibû birîn.

Ehettîn Kaynar li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û cezayê wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Di 2'ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa T a Karabukê hatibû berdan.

Kanyar ê 73 salî pêr li gundê Tecirî yê Îdirê hate veşartin. Gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.

ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.