Amûrê siyaseta qirêj

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 2 Kanûn 2020 - 23:24

Hevserokê KCDK-E: “KCDK-E li gorî qanûnên Ewrûpayê hatiye damezrandin. Peyivîna bi min re sûc hesibandin, nehiqûqî ye û krîmînalîzekirina Kurdan e. Hiqûqê ji bo siyaseta qirêj bi kar tînin.”

DENIZ BABÎR
KOBLENZ

 

Gokmen Ç. li Elmanyayê ji xala 129b’yê tê dadgeh kirin. Di dozê de peyivîna bi telefonê ya bi hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, sûc hatin hesibandin.

Di doza siyasetvanê Kurd Gökmen Ç. de vê hefteyê bi rûniştina 7. û 8.an dewam kir. Doz li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê bi rê ve diçe. Di rûniştinên 30 Mijdarê û 1´ê Kanûnê de Polêsên Krîmînal ên Federal weke şahid îfade dan. Gunehbarkirinên polêsê federal Hirschberg yên li dijî Gökmen Ç. jî nîşan dide ka asta krîmînalîzasyona Kurdan li Elmanyayê çi ye.

Meş, çûna komeleyê…

Polêsê Federal Hirschberg behsa çalakiyên ku Gokmen Ç. heta bi girtina xwe beşdarî wan bû kir, û çûna wî ya komeleyên Kurdan jî weke sûc hesibandiye. Heta bilêtên otobusê yê ji bo çûna meşekê jî weke delîleke sûc hatiye dîtin.

Polês bi bîr xist ku Muhlis Kızılkaya 2016’an li Dusseldorfê li mala Gokmen Ç. hatiye girtin. Wî bilêt û rojnivîskên hingê hatin girtin jî li dosyayê zêde kirin. Noteke ku 129b’yê rexne dike jî di mahkemeyê de hat nîşandan, lê polês got, wan nekariye zelal bikin ka not ya wî yan na.

Heyeta Mahkemê ji bo polês pirsî, “Li gorî agahiyên li ber destê we, rewşa Gokmen Ç. çi ye?“ Polês got, ew nikare tiştekî zelal bibêje.

Peyivîna bi Kartal û Koç re jî sûc hesibandin

Polêsê federal peyivîna Gokmen Ç. bi Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç û hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal re û hebûna hejmarên telefonên wan jî bi Gokmen Ç. re li tohmetan zêde kirin. Polês îdîa kir ku van kesan talîmat daye Gokmen Ç.

Helwêsta wan weke ya Tirkiyeyê ye

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E), bi beşdariya bêhtirî 400 komeleyên ji 26 welatên ewrûpa, Awustralya, Japonya, Kanadayê hatiye avakirin. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç ji me re got, KCDK-E rêxistineke sîwan e ji bo bi sedan saziyên Kurdan û wiha dewam kir: “KCDK-E li gorî qanûnên Ewrûpayê hatiye damezrandin. Peyivîna bi min re sûc hesibandin, nehiqûqî ye û krîmînalîzekirina Kurdan e. Ez rojê bi dehan kes û saziyan re dipeyim. Ma ew jî sûc dikin. hiqûqê siyasî dikin, hiqûqê ji bo siyaseta qirêj bi kar tînin. Gokmen di saziyên me de hevserokatî kiriye. Endamekî me ye ku di xebatên hilbijartinan de cih girtiye. Tiştekî xwezayî ye em bi endamên xwe re bipeyivin. Ev siyaset eynî weke helwêsta Tirkiyeyê ya beramberî Kurdan û saziyên demokratîk e.”

Parêzerê Gokmen Ç. Bariş Yeşîl jî got, pereyên muwekîlê wî berhev kirine ji bo HDP´ê hatine berhevkirin û dadgehê jî ev tesbît kiriye. Parêzer Bariş Yeşîl got, jixwe tohmetên dozgeriyê jî nakevin ber 129b´yê û got, “Nabe bê qebûlkirin ku Gokmen Ç. li gorî 129b´yê bê dadgehkirin.”

Rûniştinên dozê wê 7 û 8´ê Kanûnê dewam bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.