FETHÎ BALAMAN / MA / ÊLIH

Gelek girtiyên nexweş ji ber raporên ATK’ê nayên berdan, nexweşiya wan li wan giran dibe û dibe sedema mirinan. Emrah û Firat Nebîoglu jî ku bi nexweşiyên giran in ji ber raporên ATK’ê nayên berdan û rewşa wan girantir dibe. Dayika girtiyan yadê Rahîma got, zarokên wê ber bi mirinê ve diçin.

Birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû ku nexweşîna gurçikan, tansioyona zêde bi wan re heye û çavên wan xweş nabînin û guhên wan giran bûne, ji ber biryarên ATK’yê nayên berdan. 

Birayên hev Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên girtî, çendî nexweş in jî nayên berdan. Firat Nebîoglû, di 2015'an de li Êlihê hat girtin û bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nebîoglû niha di Girtîgeha Tîpa T a Amedê de ye. 

Rewşa wî xirabtir dibe

Ji ber ku felcê li Nebîoglû xistiye, rapora wî ya ji sedî 92 ya kulîkemî heye. Her wiha gurçika wî xira bûye û çavên wî xweş nabînin û guhên wî giran bûne. Nebîoglû ji ber gurçikê heftê 3 rojan dikeve diyalîzê. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê ji ber gurçikê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglû. Lê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14'ê Adara 2022'yan de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da Nebîoglû. Nebîoglû, ji bo gurçika wî bê guherandin 4 caran serlêdan kir, lê serlêdanên wî nehatine bersivandin. Înfaza Nebîoglû wê di Cotmeha 2027'an de temam bibe, lê ji ber ku nayê berdan rewşa tenduristiya wî her diçe xirab dibe. 

Felc e, lê hinceta ‘dibe ku bireve’ 

Emrah Nebîoglû jî di Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê de dimîne. Nebîoglû, di çalakiyên protestokirinê yên dema êrişên 2014'an ên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de ji serê xwe birîndar bû û felcî bû. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 3 meh ceza li Nebîoglû hat birî. Cezayê Nebîoglû hê jî li Dadgeha Bilind e.  

Çendî Nebîoglû felc e jî bi hinceta "dibe ku bireve" nayê berdan. Çavên Nebîoglû xweş nabînin, guhên wî giran bûne û tansiyona zêde pê re heye. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandineke bi awayekî negirtî bê encam man. 

Zarokên me ber bi mirinê ve birin 

Dayik Rahîme Nebîoglû ku du zarokên wê girtî ne anî ziman ku biryarên darazê zarokên wê ber bi mirinê ve dibin û got: "Hevjînê min ji ber nexweşîna gurçikan mir. Bila zarokên min jî ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest nedin. Demildest divê gavek bê avêtin. Zarokên min belesebeb di girtîgehê de ne. Bi ser de jî mafên wan ê jiyanê tê desteserkirin. Kurê min Emrah çendî nexweşîna wî giran e jî bi hinceta 'dibe ku bireve' nayê berdan. Bi qasî cezayê lê hatiye birîn di girtîgehê de ye. Ger niha biryara beraetê bê dayîn wê kî hesab bide? Kurê min ev qas sal di girtîgehê de ma. Ev bê wijdanî ye."  

Dayik Nebîoglûyê diyar kir ku kurê wê Firat Nebîoglû jî di temenekî biçûk de hatiye girtin û got: "Êdî bes e bila dawî li vê îşkenceyê were"