Amirî: Divê Tirk ji Iraqê vekişin
Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:03
Serokê Tevgera Bedirê Hadî Amîrî xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.
Serokê Hevpeymaniya Nebnî û Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî di salvegera kuştina Ebu Muntezir Mihemedawî de peyamek belav kir. Amirî di peyama xwe de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Herêma Federe ya Kurdistanê kir û got ku destûra Iraqê rê nade dewleta Tirk ku tu hêzeke xwe li ser xaka Iraqê bicih bike û êriş bike.
Amirî bi domdarî got heya ku dewleta Tirk hêzên xwe ji nav xaka Iraqê venekişîne, wê ti peywendiyek wan bi dewleta Tirk re çênebe û ev tişt anî ziman: “Binpêkirinên li ser serweriya Iraqê nayên qebûl kirin. Pêwîste hevpeyman û dewleta Tirk hêzên xwe ji nav xaka welatê me derbixin.”
MA