Komploya 9'ê Cotmehê li Amedê tevî dorpêça giran a dewleta Tirk a giran û astengiya polêsan dewleta dagirker, hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin.
Salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Gelê Kurd, li paytexta dilan Amedê hate şermezarkirin.
Li bajarê Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakî hate lidarxistin.
Ji bajarên Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê siyasetvan û welatî tev li çalakiya protestoyê bûn.
Xelk li çarriyana navçeya Amedê Baxlerê kom bû, di nava xelkê de parlamenterên Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren, Sînan Çiftyurek û Halîde Turkoglû jî hebûn. Girseyê xwest ber bi Parka Koşûyolû ve bimeşe, lê polêsan dagirkeran pêşî li girseyê girt.
Di navbera polês û parlamenteran de hevdîtin çêbû. Lê polêsan dor li xelkê girt.
Meşa Bijî Serok Apo
Gelek welatî li Parka Koşûyoluyê jî kom bûn û polêsan li vir dor li girseyê girt. Parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Kesk jî di nav xelkê de bûn. Polêsên dagirkeran got, ji ber biryara waliyê dagirkeran a qedexekirina çalakiyan, ew ê destûrê nedin çalakiyê. Girseya li Koşûyolû kom bûye cih bi cih hatine dorpêçkirin. lê xelkê di nava dorpêça polêsan Tirk de jî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" gotin.
Piştevanên DAIŞ´ê zilmê li gel dikin
Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî êrişa polêsên Tirk da û got, "Kes nikare zext, êşkence û zilmê bi me bide qebûlkirin. Em li vir in û xurt in. Yên ku êşkenceyê li xelkê Amedê dikin, piştevanên DAÎŞ'ê ne. Em li dijî komkujiyan li aliyê çareseriyê ne. Rêya çareseriyê jî Birêz Ocalan e. Dewlet jî bi vê zane.
Em ê daxuyaniya xwe bidin. Birêz Ocalan rewa ye, parêzvanê aştiyê ye, parêzvanê aramiya vî welatî ye. Em ê xwedî li ziman, çanda, îrade, siyaseta xwe derkevin. We wekîl dorpêç kirine û êşkenceyê li gel dikin."
Xelkê li kolana Koşûyolû kombûyî, bi dirûşm û çepikan komplo şermezar kir. Xelk ji vê derê ber bi kolanên Kaynartepeyê ve bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiya.
Li nava kolanên navçeya Baxelerê, komplo bi dirûşman şermezar kir. Lê polêsên dagirkeran êrişê xelkê Amedê kir û hate ragihandin ku polêsê dagirkeran zêdeyî 50 kesan kirine nezaretê.
Nehiştin Bismilî biçin Amedê
Li aliyê din wesayitên ku ji bo tevlî çalakiyê bibin ji navçeya Bismilê bi rê ketin li pêşiya navçeyê hatin rawestandin û astengkirin.
Li 5 Nîsanê çalakiya xelkê taxê
Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê jî meşeke girseyî hate lidarxistin. Girseya gel heta ber nexweşxaneya Baglarê bi dirûşman meşiya.
AMED