Amedê ji terora qeyûm re got,’’bicehime’’

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:36

  • Ji Amedê heta bi Botanê, heta bi Edene û Enqerê gel li dijî talangerî, dizî, dagirkerî, zayendîparêziya qeyûmgeriyê şiyar e, li ser piyan e û di nobetê de ye. Gel ê ku dijî terora qeyûm rabûye, bi yek dengî dibêje, ‘’Qeyûm ji Kurdistanê bicehime’’. Di çalakiyan de her wiha tê gotin,’’Qeyûm kuştin be jî em ê qebûl nekin û heta dawî li ber xwe bidin.’’

Bi hezaran Amedî dijî rejîma talangerî, dizî, darbeya qeyûmgeriya AKP-MHP’ê rabûne ser piyan û gotin, ew ê vîna gelê Kurd bi dest Tayyîb û Bahçelî ve bernedin û heta dawî li ber xwe bidin. Amediyan xwestin ku qeyûm ji Kurdistanê ‘’bicehime’’.

DEM Partî û DBP li Amedê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi meşê şermezar kir. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgûn Ûçar. Rêveberên DEM Partî, DBP, hevşaredarên li Amedê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên TUAY-DER, MEBYA-DER û rêxistinên sivîl tevlî meşê bûn. Girse li ber Plaza AZC’ê ya li Semta Ofîsê li hev kom bû û bi berzkirina dirûşma “Colemêrg ya me ye” dest bi meşê kir. Welatiyan di meşê de tîşortên bi nivîsa “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beşdarî meşê bûn.

Girseya ku bênavber dirûşmeyan berz kir, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Demek dirêj girse di dorpêçê de ma û li ber xwe da. Girseyê tevî hemû astengiyan jî xwe gihand ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û li vir tevlî çalakiya nobetê bû.

Qeyûm dizî, talan,darbe ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ber şaredariyê axivî û destnîşan kir ku gelê Amedê ji sala 2016'an ve li dijî desteserkirinê li ber xwe dide û got: "Em ê nehêlin ku dewama desteserkirina Colemêrgê were. Hûn dizanin desteserkirin çi ye? Desteserkirin dizî, talan, darbe û rant û bertîl e. Em ê destûr nedin ku ev polîtîka dîsa li Kurdistanê pêk werin û em ê li ber xwe bidin. Em li Amedê ji desthilatdariyê re dibêjin; di dîroka sedsalî de gelek desthilatdariya Kurdan danî pêşberî xwe lê yek ji wan desthilatdaran dewam nekir û li hemberî Kurdan her kes têk çûn lê Kurd hê jî li ser erk û axa xwe ne."

Em rê nadin qeyûmên Tayyîb û Bahçelî

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku ew berxwedana gelê Amedê ya ji bo Colemêrgê silav dikin û wiha axivî: "Her bijî Amed. Me soz da gelê Colemêrgê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê paş ve gav neavêjin heta dilopek xwîna me hebe em ê xwedî li vîna gelê xwe derkevin. Qeyûm desteserkirina vîna gelê Kurd e. Gelê Kurd her carê ders da wan lê dîsa jî rûyê wan naşewite. Em ê rê û destûr nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî. Wê çalakiyên xwedî derketina lî vîna xwe li tevahiya Kurdistanê belav bibe, serkeftin a me û gelê me ye. Teqez em ê bi ser bikevin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.