Ambargo wiha dibe

Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:18

  • Şêniyên bajarokê Kifrî yê ser bi Germiyanê, ji ber ambargoya aborî ya li ser herêmê daketin ser rê û rêya esasî ya Kifrî û Xurmato li çûn û hatinê girtin.

Şêniyên bajarokê Kifrî yê ser bi Germiyanê, ji ber ambargoya aborî ya li ser herêmê daketin ser rê û rêya esasî ya Kifrî û Xurmato li çûn û hatinê girtin.

Karker û xelkê Kirfrî bi dirûşma ‘Ambargoya aborî li ser Kifrî rakin’ li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin û rêya sereke ya Kifrî-Xurmato li çûn û hatinê girtin, rê neda wesayîtên barhilgir derbas bibin.

Li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê karker û ajokarên bajarok li dijî girtina seytera Qurîça ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dest bi xwepêşandanê kirin.

Şêniyan rê li wesayîtan girtin û kon li qadê vedan.

ANF/KIFRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.