Amazonê her roj dişewitînin 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 5 Çile 2021 - 02:12

Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Neteweyî (INPE) ragihand, daristanên Amazonê ku weke cegera dinyayê tên pênasekirin, di nava deh salên dawî de beşekî wê yê girîng hatiye şewitandin. Li gorî daxuyaniyê, salane bi rêjeya ji sedî 12.7'an, şewata daristanan zêde bûye.

Di sala 2020'î de li beşa Brezîlyayê ya daristanên Amazonê 103.000 carî şewat derket. Ev rêje li gorî salek berê bi sedî 16 zêde bû.

Li herêma Pantanalê ya daristanên Amazonê 22 hezar carî şewat derket. Ev herêm hem ji aliyê rêjeya hêwiyê ve hem jî ji aliyê cihêrengiya bîo ve yek ji deverên herî girîng ê cîhanê ye. Li vê herêmê jî şewata daristanan bi rêjeya ji sedî 120'î zêde bû.

Li gorî pisporan, daristan bi zanebûn tên şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.