Amadekarî dewam dikin

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:57

Biryare ku 11’ê Hezîrana bê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijaritnên şaredariyan çêbibin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û lijneyên wê yên li kantonan di nava  amadekariyan de ne. Her wiha partiyên siyasî, civakî û tevgerên jinan ên kesayetên serbixwe yên ku wê beşdarî hilbijartinan bibin di nav liv û tevgerê de ne. 6’ê Gulanê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya kantonê ku ji 8 kesan pêk tê  avakiribû. Endama Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Kantona Firatê Newroz Elî diyar kir ku wan di çarçoveya xebata wan de avakirina 16 lijneyên hilbijartinê yên bajar û bajarokên kantonê bi dawî kirine.

Li gorî benda 24’an Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lijneyên hilbijartinê yên kantonan berpirsên avakirina lijneyên hilbijartinê yên li bajar û bajarokan e.

Di heman bendê de tê gotin, lijneyên hilbijartinê demkî ne, xebatên wê ji amadekariya hilbijartinan ve dest pê dike û bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi dawî dibe.

Mîsyona lîjeyên hilbijartinê yên bajar û bajarokan, diyarkirina hejmara sendoqan, belavkirina wan li bajar û bajarokan, hilbijartina serokên navendên dengdanê û çavdêriya proseya hilbijartinan e.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.