• Li Herêma Raşdiye ya Bexdayê parlamenterên Hevpeymana Sedr û Siyade rastî êrişeke bi çekan hatin.

Li Herêma Raşdiye ya Bexdayê parlamenterên Hevpeymana Sedr û Siyade rastî êrişeke bi çekan hatin.

Li gorî medyaya Iraqê, pêr derengiya şevê li Herêma Raşdiye ya li bakurê Bexdayê, komek çekdarên nenas êrişî parlamenterê Hevpeymana Siyade ya Suniyan Mihemed Fazil Dilêm û parlamenterên Eniya Sedr Elî Seedî û Hisam Seedî kirine.

Li gorî heman çavkaniyan, parêzvanên parlamenteran parastina parlamenteran kirine û nehêlane tiştek bi wan were.

Tê gotin tenê ziyana madî gihiştiye wesayîtan, piştî êrişê parlamenteran li ser êrişê li Rêveberiya Polîsan ya Herêma Reşdiye gilî kiriye.

Parlamenterê Iraqa federal Fazil Dilêm ê ku ji êrişî filitî, ji televziyona Sumeriye re got; “Dema ku em bi komek parlamenter re di merasîmeke vekirinê ya saheyeke futbolê de bûn, çend çekdaran bi çekan êrişî me kir û piştre ew çekdar bi cihên nediyar ve reviyan.

Em sedema bûyerê nizanin.”

ROJNEWS/BEXDA