MELE ELÎ SPÊRTÎ
Di nav gelan hemûyan de cejn û rojên pîroz hene. Her rojek ji wan rojên taybet ên tiştekî ne. Yan ayînî ne, yan neteweyî ne, yan jî leşkerî ne... girêdayî baweriyekê, olekê, gelekî yan jî netewekê ne. Mînak, cejnên dînê Îslamê, Mesîhî, Cihûtî, Bûdîstî, Zerdeştî û her weke din hene. Yan cejnên damezrandina netewe dewletan yan rêxistinan yan jî cejnên serketinên leşkerî hene û taybet in. Vêca sedem û dîroka cejnbûna wan diyar e. Tenê dewletek, neteweyek yan baweriyek wan cejnan pêşwazî dike û pîroz dike.
Lê cejna Newrozê gelek taybetmendiyan di nava xwe de dicivîni û dîroka derketina wê jî heya niha nehatiye zanîn. Lewra çaxê Nemrûd û Îbrahîm Xelîl de jî Newroz weke cejn dihat pîrozkirin. Wateya wê ew e ku beriya wan jî hatiye pîrozkirin. Dîsa ne gelek, neteweyek, dewletek tenê vê cejnê pîroz dikin. Pirranya gelên Arî û bi taybetî gelên Îranî vê cejna Newrozê pîroz dikin û weke cejna xwe dibînin. Belê gelê Kurd û bi taybet bawermendên Êzdatiyê vê cejnê gelek girîng dibînin û rûmeteke mezin didinê. Lewra li gor baweriya wan ev roj hem cejneke olî, hem neteweyî ye.
Di çîrokên Kurdan de tê gotin, "Çaxê Zerdeştê kal di şikeftê de perestina Yezdanî dikir û li benda pêxemberiyê bû, roja Newrozê keskesorê ji nav ewran xwe avêt derê şikefta wî ya ku xewlexana wî bû. Êdî Zerdeşt bawer kir ku Yezdanê bi tenê pêxemberiya wî erê kiriye. Vêca derket nava gel û pêxemberiya xwe diyar kir. Ha ji wê rojê û pê ve, ew roj bûye cejna bawermendên dînê Zerdeşt yê kû koka dînê Kurdan e. Ew rengên keskesorê jî bûye ala neteweyî ji bo Kurdan hemûyan. Dîsa weke sersal hatiye erêkirin, lewra di wê rojê de nizar û berroj wek hev lê tên û êdî ronahî ji tarîtiyê zêde dike û dibe despêka biharê. Ha bivê zanînê, Kurdan ew roja Newrozê ji xwe re kir sersal. Salnama Kurdî ya ku dibe salnama gelên Îranî, Newroz weke sersal erê kiriye. Ev roj bûye sersala fermî û despêka dîrokê. Piştî vê sersalê nûka sersala Romî, Mîladî, Hicrî û her weke din derketin.
Di encamê de em dibêjin, Newroz hem sersal e, hem cejna serhildanê ye, hem cejna dînî ye, hem cejna berxwedanê ye, hem cejna biharê ye, hem cejna neteweyî ye. Sembola wê jî agirê pîroz e. Newroz ji ber ku dibe roja despêka werzê biharê cejna biharê ye. Newroz ji ber ku di wê rojê de ronahî ji tarîtiyê zêde dike cejna sersalê ye. Newroz ji ber ku di wê rojê de pêxemberiya Zerdeşt hatiye pejirandin bûye cejna olî. Newroz ji ber ku sembola neteweyî ya kesk, sor û zer di wê rojê de weke nîşaneya neteweyî hatiye erêkirin, bûye cejna neteweyî. Newroz ji ber ku di wê rojê de Kawayê Hêsinkar li hember Dehakê sitemkar serî hildaye, bûye cejna serhildanê. Newroz ji ber ku Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hevrêyên xwe wê rojê bi bedena xwe berxwedaneke bêhempa kirin, bûye cejna berxwedanê.
Wekî din xelîfê dînê Îslamê yê çaran, pismam û zavayê Pêxember Muhemed (ss) yê weke şoreşger û zanayê dînê Îslamê tê naskirin, ji Kurdên çaxê xwe re gotiye, Newroza we Newroza me ye jî û Newroza we pîroz be. Di vê çerxa dawî de bi sedan keç û xortên Kurdan Newroz bi merg û bedena xwe pîroz kirine. Ji ber van sedeman, gava roja Newrozê nêz dibe gelên Rojhilata Navîn bi coş û xuroş wê pêşwazî dikin. Gelê Kurd jî nûbûn û guhertinê di roja Newrozê de çêdike. Dijmin û dagirkerên Kurdistanê jî her dem Newrozê bi tirs pêşwazî dikin.
Bi hêviya Newroz vê carê bibe cejna aştî û azadiyê, ez Newroza we tevan pîroz dikim û xêr û xweşiyê ji we re dixwazim.