Partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê li ser rewşa Kerkûk û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civiyan. Hizbên siyasî piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên karmendan anîn ziman.
Partî û aliyên siyasî yên li Kerkûkê, li baregeha Herêma Kerkûkê ya Hevpeyamana Nîştimanî, li ser rewşa Kerkûk û tevlîbûna hilbijartinên pêşwext yên Iraqê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê ji aliyê berpirsê Peywendiyên Herêma Kerkûkê yê Hevpeymana Nîştimanî Tariq Teha ve hate dayîn.
Tariq Teha diyar kir ku wan di civînê de behsa rewşa niha ya bajêr a siyasî, ewlekarî û aborî kiriye. Teha got, “Me bal bire li ser pêwîstiya jiyaneke hevbeş a di nava pêkhateydan de. Ev jî bi armanca parastina aramiya Kerkûkê gelek girîng e. Mijareke din a civînê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bûn. Me behsa egera bi yek lîsteyê tevlîbûna li hilbijartinan kir.”
Li gorî agahiyan di civînê de partî û aliyên siyasî piştgiriya xwe ji bo daxwazên hemû karmendên Kerkûkê yên ser bi Hikumeta Herêmê anîye ziman.
Li ser erkdarkirina waliyekî Tirkmen ji bo Kerkûkê, rêveberê peywendiyên malbenda Kerkûk yê YNK’ê Cengî Îzedîn ji me re got: “Me jî tenê bihistiye, lê di rastiyê de tiştekî wisan nîne, ev yek tenê gote got in. Me daxwaz kiriye dosyaya ewlekariya parêzgehê radestî polêsên xwecihî yên parêzgehê were kirin. Em dixwazin hêza di nava Kerkûkê de biçe derveyî bajêr, Iraq dikare hêzeke berfireh ji hemû pêkhateyan ava bike û li nav bajêr belav bike.”
ROJNEWS/KERKÛK