Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ Iztiar Ituno ji bo mexdûrên erdhejê peyamek bi dîmen weşand û got; “Hêvî dikim ku hun alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê bişînin.”
Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ İztiar Ituno, bi weşandina dîmenekê xwest her kes piştgiriyê bide mexdûrên erdhejê. Itziar Ituno di peyama xwe de got; “Ez ji we dixwazim hûn alîkariyên xwe bi rêya Hevya Sor bidin.”
Peyama bi dîmen ya Itziar Ituno wiha ye:
“Ez vê peyamê ji mala xwe dişînim, lê hun dizanin Tirkiye, Kurdistan û Suriye ji ber erdhejek wêranker hejiya. Zêdetirî 20 hezar kes mirin û hîn zêdetir jî winda, birîndarin û dibin kavilan dene. Alîkarî tê, lê têrê nake û bi taybetî jî nagihe her derê. Ez dixwazim hun alîkariya xwe bişînin cihên ku kêm alîkarî diçinê û Heyva Sor lê kar dike. Tika dikim hun alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê bikin. Spasiya we dikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN