Alîkariya tibî dibin Rojava
Sêşem 15 Adar 2022 - 22:15
- Hin bijîşkên Elman xizmetên xwe yên tibî li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Hin bijîşkên Elman xizmetên xwe yên tibî li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Ji komeleya Internationale Nothilfe e.V. (Komeleya Alîkariya Hewarê ya Navneteweyî) Dr. Birgit Koch-Dallendörfer û Dr. Simon Becker ji bo ku malzemeyên tibî bibin, çûbûn Rojava.
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, wan bi civînekê çavdariyên xwe ji xelkê re ragihandin û gotin, divê bêhtir alîkarî bê kirin. Civîn li 14´ê Adarê li Club Voltaire bi rê ve bir.
Bijîşkên Elman par ji bo alîkariya malzemeyên tibî çûbûn Qamişlo, Hesekê, Reqa û Kobanê û li van bajaran çûbûn serdana nexweşxane û navendên tenduristiyê. Ew bi rayedarên li Rojava re jî peyivîn. Bijîşkan got, wan bi xwe re 100 heza maske û cîhazên tibî birine Rojava. Wan bal bire ser zehmetî û kêmasiyên li nexweşxaneyan û got, divê xebatên wan dewam bikin.
Bijîşk mezûn dibin
Bijîşkan got, piştî şerî, nexasim jî piştî 2015´an bêhtirî ji sedî 70’yî akademîsyen û doktoran, Sûrî bi cih hiştine. Lê wan mizgîniyek jî da:
“Bijîşkên li Zanîngeha Rojava dixwînin, îsal wê mezûn bibin.”
Bijîşkan agahî li ser sîstema tenduristiyê ya Rojava agahî dan û gotin, “Sîstema tenduristiyê ji 3 beşan pêk tê, xizmeta belaş a Rêveberiya Xweser, xizmeta rêxistinên civaka sivîl (bi pirranî Heyva Sor a Kurd) û sektora taybet”.
Bijîşkan got, derfet û malzemeyên tibî li Rojava hîna jî kêm in û ew cîhazên tibî û bexşên wekî din ji bo navendên tenduristiyê yên li Rojava berhev dikin. Wan da zanîn ku van cîhazan û bexş û bêşan ew ê di demeke kurt de bigihînin Rojava.
FRANKFURT