Alîkariya parçeyên din şeref e

Sêşem 21 Adar 2023 - 01:16

Di 15ʹê Adara 2023ʹyan de, dema ku ji Yekîneyên Antîteror (YAT) hêzek diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku wan vediguhstin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku di nav de fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî hebû şehîd bûn. Tevî nasname hatine eşkerekirin, lê hê jî PDK’ê cenazeyên şervanên QSD’ê nedaye.

Piştî bûyerê jî PDK’ê li şûna peyamên sersaxiyê, daxuyaniyên sucdarkirinê belavkirin. Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Stran Ebdullah derbarê daxuyaniyên rayedarên PDK’ê de peyamek belavkir. Ebdullah dibêje bêyî ku agahiya hevkarên wan ên di Encûmena Asayîşê de hebe, gazindan dikin û got; “Dibêjin ewqas helîkopterên YNK’ê zêde ne, ji Rojava re dişînin. Em jî dibêjin heger nebin jî emê peyda bikin.

Ebdullah bersiva sucdarkirinan jî da û got; “Weke Mam Celal gotî, ev ji bo me şerefek e, em wan sucdariyan jî red nakin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.