Alîkariya ji bo vegera Şengalê
Duşem 27 Sibat 2023 - 00:24
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi alîkarîdayîna malbatên vedigerin Şengalê, kiriye.
Wezareta Koç û Koçberan ragihand ku di çarçoveya planên hikumetê yên ji bo vegera penaberan de, Hikûmeta Iraqê wê milyonek û 500 hezar dînaran bide her yekê ji 2006 malbatên vegeriyane Şengalê.
Hate gotin, alîkariya bê dayîn, wê ji bo malbatên ku ji wargehan vegeriyane Şengalê û derdora wê be. BEXDA