Alîkarî ji bo koçberên vegeriyane Şengalê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Mijdar 2024 - 16:20

  • Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku bi ser koçberên vegeriyane Şengalê 242 paketên alîkariyê hatine belavkirin.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya planên hikumet û wezaretê de, 242 paketên alîkariyê bi ser koçberên ji kampên Herêma Kurdistanê vegeriyane Şengalê, hate belavkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku wê di rojên pêş de jî heman alîkariya ji bo hemû malbatên vegeriyane were dayîn. Wezaretê da zanîn ku ewê karê xwe yê ji bo vegera koçberan bidomînin.

Hêjayî gotinê ye Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê dixwaze hemû koçberên di nav kampên Herêma Kurdistanê de vegerîne ser cih û warên wan. Lê gelek caran ji ber PDK dibe asteng, heya niha jî hemû koçber nekarîne vegerin. ROJNEWS/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.