Karwanekî alîkariyê yê Heyva Sor a Kurd ku ji 3 kamyonan pêk tê, gihîşt Kantona Şehbayê. alîkariyek jî gihişt taxa Helebê Şêxmeqsûdê.

Piştî 15 rojan ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê nehişt karwan derbas bibe, karwanê alîkariyan ê Heyva Sor a Kurd, derbasî Şehbayê bû. Barê kamyonan derman, pêdiviyên tibî û alîkariyên sereke ne.

Hêjayî gotinê ye, bendên kontrolê yên hikumeta Şamê di çarçoveya siyaseta dorpêçê ya li dijî koçberên Efrînê de, 15 roj e nahêle karwan derbas bibe.

Alîkarî wê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê were belavkirin.

 

Karwanê alîkariyê gihîşte Şêxmeqsûd

Herwiha karwaneke alîkariyê ya navneteweyî ji benda kontrolê ya Eward re derbas bû û gihîşte taxa Şexmeqsûd ya Helebê.

Alîkarî ji 2 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de kon, mînder û betanî hebûn. Di beşa duyemîn de jî cil û berg û amûrên xwarinê hebûn. 

Komîteya Xêrxwaziyê berê ragihandibû ku ew bi hevkariya komînan kar dike û dê lîsteyên mexdûrên erdhejê amade bike û li gorî pêwîstiyê, alîkariyan belav bike. Her wiha da zanîn ku heta hemû karwan derbasî herêmê nebin, alîkarî nayên belavkirin. Gelek dewletan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî şandine.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Şamê nahêlê karwanên alîkariyê yên Rêveberiya Xweser ku ji 10 Sibatê ve amade kirine, derbasî her du taxan bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN