HPG'ê gerîla Alî Firat bi bîr anî ku sala 2018'an li Manîsayê şehîd bû û got, "Em ê xwîna şehîdên xwe yên fedayî ti carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedayîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayê şehîd daxuyaniyek da û wiha got;

"Hevrêyê me Alî Firat ku şopdarê xeta Zîlan û milîtanê fedayî yê Apoyî bû, di 13'ê Tîrmeha 2018'an de li Manîsayê dema ku bi erka xwe radibû, li polîsên dewleta Tirk rast hat, tevî ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hate înfazkirin û şehîd bû. Agahiyên li ser bûyera şehadetê ji aliyê me ve hate zelalkirin. Di salvegera şehadeta hevrêyê xwe de bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Em soz didin ku mîna hevrê Alî xwîna şehîdên xwe yên fedayî ku şopdarên Zîlan in ti carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedayîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin.

Hevrêyê me Alî Firat li navçeya Xîzan a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Alîkanê ji dayik bû. Di sala 2013'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Di sala 2015'an de ji bo bi rêbaza fedayî têbikoşe tevlî nava Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Alî piştî tevlîbûna di hawîrdora fedayiyan de, bêhesab beşdar bû û bû xwedî meşek bêdudilî, bêguman û bi cesaret. Hevrêyê me Alî bi rûkeniya xwe, bi kesayetiya xwe ya bi moral, bi karakterê xwe yê xurt û bi cîhana ruhî ya ku bi xwendina helbestan ve dewlemend kiriye, bûye milîtanekî fedayî ku hemû hevrêyên wî dikarin xwe bispêrin wî. Hevrê Alî bi dilê xwe yê tijî kelecana şoreşgerî li ser dijmin meşiya, di qadên herî zehmet de pratîkê tercîh dikir. Ew xwedî helwest û beşdariyeke mînak bû. Di 13'ê Tîrmeha 2018'an de li Manîsayê di çarçoveya wezîfeyekê de li mala ku lê dima rastî polîsên dewleta Tirk hat û li gel ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hat înfazkirin û gihîşt şehadetê."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Alî Firat bi vî rengî ne:

Alî Firat (Nacî Dayangaç), li Bedlîsê jidayîk bûye, 13’ê Tîrmeha 2018’an li Manîsa şehîd bû. 

BEHDÎNAN