Alavên ji rêzê bi porselenê mayînde dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Cotmeh 2023 - 02:43

Malzemeyeke weke porselenê, bêhtir rêûresmên kevn tîne bîra mirov. Çawa ku ew ji serdemeke kevnar mabin. Lê, Brock DeBoer bi porselenê malzemeyên nûjen dinirxîne. Form û malzemeyên ku bi kar tîne dijberî hev du bin jî ew berhemên xweşik diafirîne û vê jî bi malzemeyeke weke porselenê dike.

Ew serê pêşîn, di sala 2008’an de dest bi çêkirina peykerên ji porselenê dike û bi pratîkeke baş di karê xwe de bi ser dikeve. Brock DeBoer dibêje, “Ez ji porselenê hînî gelek tiştan bûm û cerebeyên min ên baş çêbûn di vî warî de. Porselen malzemeyekî pirr xweşik e lê ewqasî jî hesas û zor e. Lê ji ber vê yekê, min jî xwest pê re mijûl bibim. Ji lewma malzemeyekî bi vî rengî nahêlê hûn xwe sist bikin û divê hûn her tim baldar û şiyar bin.”

Di warê estetîk de jî ew du tiştên dûrî hev nêzî hev du dike. Malzemeyên nûjen yên ji rêzê û porselenên zarîf bi hev du re şirove dike. Hêla porselanan ya ku weke arşîveke darîçav dimîne, bala wî kişandiye. Brock DeBoer di salên 90’î de li Dakotaya Başûr mezin bûye û alavên ku ku bi porselenan çêdike jî nîşaneya wan salan in. Ew ji bo vê yekê jî dibêje, “Ji bo min ev alava yan jî malzeme girîng in, mixabin hin ji van malzemeyan li ber xwe nedan û zû hatin jibîrkirin. Weke nimûne solên werzîşê zû kevn dibin. Min bi rêya van berhemên porselenî ew hest careke din bi bîr anî û her wiha bi vî awayî xwest ev hest mayînde bibin. Bi rêya malzemeyê porselenî min ev yek bire serî û hestên xwe jî bi van berheman anîn ziman.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.