Dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî ya li navçeya Şera ya bakurê kantona Efrînê ya dagirkirî, ala xwe pê dakiriye û vediguherîne mizgeftê. Li gorî dîmenên ku ajansa ANHA'yê bi dest xistine, diyar dibe ku dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî vediguherîne û li qada wê mizgeftekê ava dike.

Keleha Nebî Horî ku bi “bajarê Koriş an Sîros” jî tê nasîn, 45 km li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê ye û girêdayî navçeya Şera ye. Dîroka Keleha Nebî Horî vedigere sala 312ʼan (B.Z). Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina kantona Efrînê, Keleha Nebî Horî dagir kir.

Li gorî raporên Saziya Şûnwaran a Efrînê, di salên dagirkeriya dewleta Tirk de bi armanca dizî û talankirina asarên dîrokî û birina wan a Tirkiyê, gelek cihên dîrokî hatine kolan.
Di wêneyan de ku ANHA`yê bi dest xistine, xebatên avakirinê û guhertina keleha dîrokî û bilindkirina ala Tirk xuya dikin. Her wiha diyar dibe ku li cihê dîrokî avahiyên din tên lêkirin û nîşaneyên avakirina mizgeftê xuya dikin.

QAMIŞLO