Navenda Enformasyona Kurd a Civaka Azad aktîvîteyên xwe yên online bi sedema qedexekirina PKKʼê 26 sal li pey xwe hiştin 12ʼê Mijdarê da destpêkirin. Di aktîvîteya pêşî de siyasetvana Kurd Nilufer Koç bû mêvan li ser qedexeyê û diyasporayê axivî.

Aktîvîte li ser hesabê Civaka Azad a youtubeyê pêk hat. Koç bi bîr dixe ku di demekê de sosyalîzma reel bi dawî dibe û dîwara Berlînê hildiweşe, Tevgera Azadiyê ya Kurd weke Ronesansekê pêk tê û got, "Elmanya ew welat e ku cara pêşî qedexeya PKKʼê pêk anî û ji ber vê gelek Kurd mexdûr bûn." Koç qal kir ku di wê demê de zanîngeh xwendiye û bi xwe jî zor û zehmetî dîtine. Koç îşaret bi alîkariya Elmanyayê ya ji bo dewleta Tirk jî kir.

POLÎTÎKAZAD