- Besê Hozat desthilatdariya AKP-MHP'ê weke çavkaniya mirin, tarîtî û şer ji bo gelan bi nav kir û got, ev rejîma faşîst divê bê hilweşandin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, beşdarî bernameya televîzyona Medya Haberê bû û derbarê hilbijartinên li Tirkiyê de nirxandin kirin. Hozat xwest desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ya ku mirin û şer li ser gelan fer dike, bê hilweşandin.
Besê Hozat got, ev hilbijartinên li Tirkiyê yên 14´ê Gulanê gelekî girîng in û wiha peyivî: "Ger di van hilbijartinan de ev hikûmeta faşîst bi ser keve, ev polîtîkayên faşîst ên qirker wê rewa bibin. Ew ê mayînde bibin. Ew ê zilmeke gelekî giran li civaka Tirkiyeyê bikin. Li çapemeniya AKP’ê binêrin; ji bilî şer, çekên şer ti rojeva wan nîne. Rojeva wan hemû li dijî Kurdan e. Di êrişên li muxalefetê de jî li ser esasê dijminatiya Kurdan êriş dike. Dema êrişî muxalefeta di nava sîstemê de dike, dema êrişî Tifaqa Millet dike, bi dijminatiya Kurdan êriş dike. Tevahiya argumanên wan li ser vî şerî dimeşin, siyaseta xwe li ser vê yekê dimeşînin.
Divê ev rejîm bê hilweşandin
Li lîsteya AKP-MHP'ê binêrin; jixwe gelek tetîkkêş û kujer tê de hene. Lîsteyek tije tetîkkêş in. Lîsteyeke tijî dijminên Kurdan in. Tişta ku desthilatdarî soz da Tirkiyeyê, ev e. Lewma ji vî alî ve divê teqez di 14’ê Gulanê de ev desthilatdarî were hilweşandin. Ev desthilatdarî ji bilî mirin, tarîtî, şer, komkujî û wêrankirinê tiştekî din nade gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. Tine dike. Paşeroja Tirkiyeyê xera dike. Divê ev desthilatdarî bê hilweşandin.
Tifaqa Millet ne demokratîk e
Tifaqa Millet ne xwediyê proje, plan û siyaseteke demokratîk e. Jixwe, wan jî beyannameyê xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, avakirina komara demokratîk ti plan, proje û polîtîkayeke xurt û cidî nîne. Pirr eşkere ye; siberoja Tirkiyeyê di Tifaqa Ked û Azadiyê de ye. Hêza sereke ya ku wê Tirkiyeyê demokratîk bike, komara demokratîk ava bike û pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareseser bike, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de serketina wê diyar dike. Ji ber vê yekê divê Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo avakirina komara demokratîk û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelekî girîng e. Divê Partiya Çepên Kesk hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê kalîte ve pirr bi hêz bikeve meclîsê.
Lîsteya namzetan gelekî xurt e
Lîsteya namzetên Partiya Çepên Kesk gelekî xurt e. Nûnertiya jinê jî pir xurt e. Nûnertiya ciwanan jî pir xurt e. Hema hema ji her nasnameyê nûnerî heye. Rengên Tirkiyeyê, cudahiyan hemûyan dihewîne û digihîne meclîsê. Ev pirr girîng e. Lîsteyek pirr demokratîk e. Divê gelê me li dora namzetên vê lîsteya rengîn bibe yek. Ji bo serketina van namzetan divê seferber bibin. Divê teqez her kes dengê xwe bi kar bîne. Divê her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji bo hilweşandina Erdoganê faşîst divê her kes dengê xwe bide. Divê hêzên demokrasî deng bidin namzetên xwe.
Boykot xizmeta Erdogan dike
Her wiha em dibihîzin ku hin pêkhateyên siyasî, demokratîk, çep û sosyalîst hin nîqaşên wekî boykotkirina hilbijartinên serokkomariyê dikin. Ev yek li gorî me, ne rast e. Ev hilbijartin ne hilbijartineke wisa ye. Yanî her cure boykot, helwêsta boykotê li hemberî hilbijartinên Serokkomariyê, her çiqasî bi îdeolojî, meyl û xeta çepa sosyalîst a demokratîk be jî, ev yek rasterast û ne rasterast xizmeta dîktatorê faşîst Erdogan dike. Ji rejîma qirker a faşîst re xizmetê dike. Û divê ti hêz helwêsteke wiha nîşan nede.
Jin dengê xwe bidin Çepên Kesk
Partiya Çepên Kesk partiyeke jinan e. Bi bernameya xwe, bi lîsteya namzetan jî wisa ye. Nûnertiya wê ya wekhev û temsîliyeteke nêzîk a jinan heye. Ji 34 cihan teqez jin tên hilbijartin. Ew ê bikevin parlamenê. Li Tirkiyeyê partiya yekemîn e. Partiyeke azadiya jinê ye. Partiya Çepên Kesk partiyeke jinan e. Divê her jin dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji bo serketina Partiya Çepên Kesk pêwîst e jin seferber bibin. Ger Partiya Çepên Kesk bi ser bikeve, jin bi ser dikevin. Serketina jinê jî demokratîkbûna siyasetê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN