Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dîwaran li ser sînorê Kurdistanê lê dike, bi qedexekirina çêrgeh-zozanan çavkaniya debarê diqedîne, niha jî hewl dide nexşeyeke siyasî ava bike ku bi rêya wê hîn bêhtir hêzên dewletê li herêmê bi cih bike û di hilbijartinê de bi kar bîne.

Bi plana 'Di 100 salî de 100 bajar, 1000 navçe' ku şirîkê desthilatdariyê Devlet Bahçelî xist rojevê, dixwaze ku hejmara bajaran ji 81'ê bike 100, hejmara navçeyan jî ji 922'an bike 1000 navçe. Navçeyên Cizîra Botan, Erdîş, Sêwereg, Gever û Mîdyad ku ji navendên girîng ên Kurdistanê ne, dixwaze bike bajar.

WAN: AKP ji sala 1999'an û vir ve li Wanê di hemû hilbijartinan de li hember HDP'ê têk çû. Di sala 2013'an de ji bo vê rewşê biguherîne Wan kir bajarê mezin, lê encam dîsa neguherî. AKP'ê bi rêzê di hilbijartinên 2014, 2015, 2018, 2019 û 2023'an de winda kir. AKP ku fêhm kir di hilbijartinan de nikare bi ser bikeve, niha jî dixwaze nexşeyê biguherîne û bi vî rengî di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikeve. Li gorî planê wê Şaredariya Erdîşê ku nifûsa xwe 180 hezar kes e û ji sedî 60 ê hilbijêrên wê dengê xwe dide HDP'ê, bike bajar. Her wiha navçeyên Ebex û Bêgirê ku ji sedî 80 ê hilbijêran deng dide HDP'ê, bi ser Erdîşê ve girê bide û bi vî rengî potansiyela dengan a Wanê parçe bike.

COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî dixwaze navçeya Geverê bike bajar ku yek ji kelehên girîng ên têkoşîna azadiyê ya Kurd e û hîn bêhtir hêzên leşkerî û saziyên dewletê li vê herêmê bi cih bike, bike baregeheke dewletê. Bi statuya bajêr re dixwaze Midûriyeta Polêsan, Fermandariya Jendermeyan, Walîtiyê lê bi cih bike, bi vî rengî li ser serwer be. Dixwaze navçeya Elbakê ya ku ji sedî 95 ê hilbijêrên wê dengê xwe didin HDP'ê bi Geverê ve girê bide. Dewlet ku wê bi plana Erdîşê re Bêgir û Ebexê ji Wanê qut bike, wê Geverê jî bike bajar û Elbakê ji Wanê qut bike.

ŞIRNEX: Yek ji navendên girîng ên Kurdan li herêmê navçeya Cizîra Botan a Şirnexê ye. Rejîma AKP-MHP'ê dixwaze Cizîra Botan jî bike bajar û veguherîne baregehek leşkerî.

SÊWEREG: Sêweregê jî dixwazin jî bikin bajar ku cerdevan Sedat Bûcak bi salan e pê ve mijûl dibe. Bi vî rengî tê xwestin ku xelatê bidin Sedat Bûcak û cerdevanan. Sêwereg ew navçe ye ku herî zêde cerdevan lê ne. Piştî ku bû bajar wê veguhere baregeheke dewletê. Her wiha tê xwestin ku pêşî li zêdebûna dengên HDP'ê jî bê girtin.

MÊRDÎN: Li Mêrdînê jî wê Mîdyadê bikin bajar. Li Mîdyadê ku di hilbijartinên herêmî de bi giranî AKP bi ser dikeve, dixwazin bi temamî bikin navenda AKP'ê.

Ew ê leşkeran bicîh bikin

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan got, "Dema ku mirov binirxîne ku wê Geverê jî bikin bajar, hingî ev yek tê wê wateyê ku hîn bêhtir leşker û polîsan lê bi cih bikin. Li deverên ku HDP lê xurt e, hewl didin lawaz bikin. Em li Erdîşê ji xwe bi hêz in, li Cizîrê jî bi hêz in. Plansaziyek heye. Eger mesele razemenî be, dikarin li navçeyê jî bikin."

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek jî pirsa "Çima niha?" kir û got, "Planên dewletê yên nijadperestiyê ye. Di siyaseta hundir û derve de 100 sal in li dijî Kurdan tevdigerin. Di meseleya Kurd de hesabên li ser bajarkirina navçeyan wê bi kêrî çareseriyê neyê. Li navçeyên nû hîn bêhtir leşker û polîs wê bêne şandin. Sedema bingehîn jî hesabên siyasî ye, hilbijartinên herêmî ye."

ANF/WAN