AKP dîsa dek û dolaban dike

Çarşem 25 Cotmeh 2023 - 00:55

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Piştî Şirnex, Agirî û Amedê niha jî Mêrdîn bi mijara “veguhestina hilbijêran” di rojevê de ye. Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an AKP’ê dest bi dek û dolaban kir. Vê carê jî navnîşana hîleyên hilbijartinê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Hat zanîn ku di meha dawî de li Stewrê 600 polês û leşker li navnîşanên cuda îqametgehên wan hatine çêkirin.  

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stewrê Selahattîn Onder têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê jî şahidê çêkirina qeyda polês û leşkeran e. 

600 deng li ser mêvanxanê qeyd kirin 

Onder destnîşan kir ku AKP ji bo li navçeyê şaredariyê bi dest bixe qeyda polês û leşkeran li navçeya wan dide çêkirin û got: “Ev qeydên hatine çêkirin tiştên ku em dizanin e. Di hilbijartina xwecihî de nêzî hezar û 500 deng ji derve anîn. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Niha ez bi xwe şahidim ku qeyda 600 polês û leşker anîne navçeya me dane çêkirin.”  

Onder anî ziman ku qeyda polês û leşkeran li ser cihekî bi navê “mêvanxane” hatine çêkirin û got:“Li gorî qanûnê kes nikare li ser mêvanxaneyê qeyda îqametgeha xwe çêbike. Ev der cihê mêvanan e, malbat û kes nikarin qeyda xwe li vir çêkin.” 

Qeymeqam gef li keyayan xwar 

Onder da zanîn ku qeymeqam û qeyûm Fatîh Çevîk ê nû li navçeyê hatiye erkdarkirin keya civandine û ji wan re gotiye, xizmet ji bo gundan nayê kirin. Onder got qeyûm jî li dijî gotina keyayan derketiye û diyar kiriye, “ji gundên we deng derneketine, dema deng dernekevin xizmet jî tune ye.” Onder diyar kir ku qeyûm-qeymeqam kesên dengê xwe nedane AKP’ê, bi mijara “we dengê xwe nedaye dewletê” hatine sûcdarkirin.  

Onder destnîşan kir ku ev tiştên diqewimin bi hilbijartina xwecihî ve girêdayî ne û got:“Ji niha ve tê fêmkirin ku wê hilbijartin bi hîlekarî derbas bibe.” Onder da zanîn ku ew ê li dijî vê veguhestina hilbijêran serî li cihên pêwîst bidin û ew nêzîkatiya qeymeqam a li dijî keyayan jî qebûl nakin. 

Li gorî hilbijartinên di 5 salên dawî de; Li navçeyê 16 hezar û 500 hilbijêr hene. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê 5 hezar û 765 deng stendibû. Li aliyê din AKP'ê 5 hezar û 1 deng girt. Ferqa dengan tenê 764 bû.  

Di hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê de jî Partiya Çepên Kesk 5 hezar û 560 deng wergirtibû. AKP jî 4 hezar û 216 deng wergirtiye. Dema her du hilbijartin li ber çavan bên girtin û kar û barên “veguhestina hilbijêran” ên dawî jî, wê bandorê li ser hilbijartina xwecihî bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.