AKP Çawişên Kirêkirî dixebitîne

Şemî 16 Adar 2024 - 00:45

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Çawişê Kirêkirî Tamer Işik, li navçeya Qilebanê bi ser navê AKP’ê li qadê ‘’xebatên hilbijartinê’’ dike û bi gefan ji cerdevan û karmendan ji AKP’ê re deng dixwaze. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê jî giliyê çawişê kirêkirî kir û xwest bê cezakirin.

Hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 31'ê adara 2019'an ên li navçeya Qileban a Şirnexê de bi wesayîtên zirxî “hilbijêrên” leşker biribû ser sindoqan. Di vê hilbijartinê de jî serî li heman rêbazê da. Hejmara hilbijêrên navçeyê 8 hezar û 500 kes e û AKP’ê 3 hezar û 200 leşker û polîs weke "hilbijêr" biriye navçeyê. 

Gefê li cerdevanan dixwe

Diyar bû ku AKP’ê çawişê kirêkirî Tamer Işik ê girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê jî tev li xebatên hilbijartinê kiriye. Işik ê ku yek bi yek li hemû cerdevan û memûrên dewletê digere, bi darê zorê û gefan ji AKP’ê re dengan dixwaze. Diyar bû  ku Işik di serdana malên cerdevanan de ev gef li cerdevanan xwariye: “Heke hûn dengê xwe nedin me, êdî ji tiştên diqewimin em berpirsyar nînin.” Her wiha Işik, di bûroya AKP'ê de jî bi awayekî çalak cih digire.  Li aliyê din diyar bû ku Işik zext li şêniyên navçeyê kiriye ku biçin buroya hilbijartinê ya AKP'ê û li wir rûnin.  

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qilebanê li Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê giliyê Işik kir. 

DEM’ê gilî kir 

Di daxwaznameya serlêdanê de DEM Partiyê yek bi yek hemû kiriyarên Işik vegot. Hat gotin ku çawişê kirêkirî bi awayekî derhiqûqî tev li xebatên hilbijartinê bûye û sûc dike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Kesê bi navê Tamer ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê çawiştiya kirêkirî dike, weke ku di wêneyê zêdek de jî diyar e, ji erka xwe derketiye û weke endamê partiyê tevdigere. Diçe buroya hilbijartinê ya AKP'ê û li Qilabanê xebatên hilbijartinê dimeşîne. Ev kes diçe Taxa Bulakbaşiyê hema bêje her êvarê zextê li welatiyan û cerdevanan dike ku di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de dengên xwe bidin AKP'ê. 

Bila were cezakirin 

Partiyê di daxwaznameyê de xwest ku ev kes bê cezakirin û wiha bi dawî kir: “Kesê gumanbar erk û wezîfeya xwe derbas kiriye û di pêvajoya hilbijartinê de bi awayekî eşkere wezîfeya xwe weke rêveberê partiya siyasî îstismar dike. Diviya bêalî tevbigeriya lê wî alî girtiye. Di encamê de ev kiryar sûcê îstîsmarkirina  xala 257'an a Qanûna Cezayê dike. Em dixwazin ku ev kesê ku peywira xwe binpê kiriye demildest bê cezakirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.