Akademiya zarokan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:15

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê, ji bo zarokên di navbera temenên 6-14 saliyê de akademiya werzîşê vekir.

Di bin sîwana Akademiya Heysem Kiço de ku li ser asta tevahiya Sûriyeyê fermiyet girtî ye, li Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo perwerdeyên teorîk û pratîk yên futbolê dest pê kirin. Li stadyuma futbolê, di çarçoveya bernameya Akademiyê de piştî ku şagirt ji aliyê antrenoran ve li gor temenê wan bi awayekî komî hatin veqetandin, dest bi bernameyên perwerdeyê kirin. Di akademiyĞ de wê bi ekîba ku ji 8 kesan (2 ji wan jin) pêk tê, ji saet 18.00 heya 19.00’an, li stadyumên Şehîdên 12’ê Adarê û Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo, perwerdeyên teorîk û prartîk yên futbolê bên dayîn. Perwerdeyên li akademiyê wê 3 mehan dewam bikin û ji şagirtên serkeftî re sertîfîka bê dayîn. Li gorî agahiyên ku endamê Rêveberiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Sefwan Mûsa dane wê di demen pêş de, di akademiyê de tevî futbolê, wê perwerdeyên  basketbol, voleybol, hentbol, tenis û avjeniyê jî werin dayîn. Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê ji sala 2017’an ve ji bo zarokên di navbera 6 - 14 saliyê de bi rêya ofîsan perwerdeyên werzîşê yên futbol, voleybol, tenîs û hwd. dide. Li ser pêşketina xebatan ku derdora 500 zarok hatin perwerdekirin, desteyê di sala 2024’an de biryar da ku perwerdeyê di bin sîwana akademiyê de bimeşîne.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.