Akademî stûna perwerde û guherînê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 05:40

  • Pêkanîna guhertineke fikrî di civakan de ji wan akademiyan dest pê dike yên ku di belavkirin û pêşxistina rêbazên lêkolînê û pêkanîna armancên şoreşê de weke aliyê sereke tên hesibandin. 2 hezar û 233 jin û 225 mêr, di gelek dewreyên perwerdeyê yên girtî û vekirî yên 13 akademiyên jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derçûn.

SILAVA EBDUREHMAN/ANHA /QAMIŞLO

 

Akademî, ji wan saziyên herî girîng in, yên ku di belavkirina fikrên neteweya demokratîk de bi roleke sereke radibin. Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina Rêveberiya Xweser re, yekemîn navenda Akademiya Civaka Demokratîk li navçeya Rimêlanê bi navê "Dr. Nûrî Dêrsimî" hate vekirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 akademiyên jinan hatine vekirin. Ji wan, 8 akademiyên Kongra Star in ku bi navên "Star" tên nasîn. Her wiha 2 akademiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM); Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb li Til Hemîsê û Akademiya Şehîd Zîlan Ereb li Minbicê hene. Ji bo Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî akademî hatin vekirin. Di heman demê de akademiyeke taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin (Akademiya Şehîd Hîra) hatiye vekirin.

Ev akademî perwerdeyên li ser dîroka (Kurdistan, Sûrî, jin, jinên Kurdistanî, Rojhilata Navîn) didin da ku hişmendiya di zêhniyeta civakê de cih girtiye, biguherîne. Her wiha, ev mijar jî tên dayîn; civaka xwezayî, olên yekxwedayî, neteweya demokratîk, hêza serdest a navendî, desthilatdarî û rêveberiya demokratîk, sosyalîzm û kapîtalîzm, hevjiyana azad, çand, exlaq, qanûn, demokrasî, asîmîlasyon, qirkirina siyasî, ezmûna şerê gel ê şoreşgerî, şerê taybet, pirsgirêka Kurd û hevsengiyên netewe-dewleta li Rojhilata Navîn, çanda neteweya demokratîk, di neteweya demokratîk de pergala xweparastinê, modernîteya kapîtalîst.

Van akademiyan deriyên xwe vekirine li kesên ku dixwazin xwe bi pêş bixin. Di salên 2021-2022ʹyan de perwerdeyên girtî yên ku li van akademiyan hatin vekirin, gihiştin 25'an û di wan de 403 jin perwerde bûn. Hejmara perwerdeyên vekirî jî gihişt 94ʹan û di wan de hezar û 830 jin perwerde bûn.

Her wiha 4 dewreyên perwerdeyê yên girtî ji bo mêran hatin vekirin ku 76 mêr tev li wan bûn. 9 dewreyên perwerdeyê yên vekirî jî hatin birêxistinkirin ku 149 mêr tev li wan bûn. 21 dewreyên vekirî ku tê de 535 jin û mêr tev li bûbûn, hatin vekirin.

Dema van dewreyên perwerdeyê di navbera 15 ta 45 rojan de ye û ji aliyê kadroyên pispor ên Kongra Star û TEV-DEMʹê ve ders tên dayîn.

 

Bi perwerdeyê guherîna hişmendiyê

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star, Bêrîvan Yûnis giringiya van dewreyên bi destê Kongra Star, nirxand. Bêrîvan Yûnis got, “Ev perwerde, zêhniyeta di nav civakê de biguhere û her wiha hewl bide hin pirsgirêkên bingehîn ku di nav salên dirêj de ava bûne û civakê weke çînan nirxandine jî çareser bike."

 

Divê naverok û cewher hevgirtî bin

Bêrîvan Yûnis di dewamê de got, "Şoreşa me şoreşeke fikrî ye. Bi destpêkirina şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me hewl da ku li ser bingeh û rêgezên neteweya demokratîk kesayeteke nû ava bikin. Heman tişt ji bo saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî lê ye da ku naverok û cewher hevgirtî bin."

 

Ocalan û fikrên wî yên demokratîk

Bêrîvan Yûnis bal bire ser pergala neteweya demokratîk ku ji komînê dest pê dike û wiha dewam kir: "Ji bo pênaseya wê, ked û têkoşîneke mezin pêwîst bû, ji ber ku hişmendiya desthilatdar di nava civakê de kûr bû. Lewma li gorî fikra Rêber Abdullah Ocalan me dest bi belavkirina fikrên demokratîk kir. Di hemû pergalên heyî de jin piçûk tê dîtin û civak jî li vê yekê temaşe dike. Her wiha ji bilî navmalê ti warekî jinê jî tine ye. Me bi van perwerdeyan xwest hişmendiya kapîtalîst a ku jin îstîsmar dikir û ew dikir amûra propaganda û reklamê, ji holê rakin. Ev jî bi rêya danasîna wê ya bi nasname û cewhera wê û paqijkirina kesayeta wê pêk tê."

Bêrîvan piştrast dike ku guhertineke bingehîn di kesayeta wan jin û mêran de çêdibe, yên ku tevlî dewreyên perwerdeyê dibin.

 

Ji xwendin û fêrkirinê bêpar bû

Xelîl El Omerî ji xelkê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê ye. Ew yek ji wan kesan e yên ku tev li perwerdeyên Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb bûne. Ew dibêje, "Bi perwerdeyê re dibe ku hişmendiya baviksalar a desthilatdar ku kontrola xwe li ser her warî xurt kiriye, were guhertin. Her wiha jin jî wî karibin mafên xwe yên desteserkirî bi dest bixin." El Omerî bal bire ser nihêrîna çewt a ku pê berê li jinan dihat nihêrîn û got, “Ew wek keseke kêm dihat dîtin, tenê bi karûbarên malbatê ve mijûl bû û mafên wê yên xwendin û fêrkirinê tinebû.”

 

Dikarin hişmendiya civakê biguherin

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê Koçer Hisên jî got, komîteya perwerdeyê yek ji komîteyên sereke yên Kongra Star e. ew dibêje, ew dikarin bi rêya vê komîteyê hişmendiya baviksalarî ya bi hezaran salan di nava civakê de cih girtiye, bişikînin û fikirên neteweya demokratîk û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan belav bikin.

Koçer di dawiyê de bal bire ser astengiyên li pêşiya komîteyê û got, "Zehmetî çi dibin bila bibin, ji bo guhertina hişmendiya çewt a di nava civakê de, hewldaneke mezin pêwîst e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.