Agiriyê AKP tirsand

În 12 Gulan 2023 - 00:23

  • Li Agiriyê bi mîtînga Partiya Çep a Kesk careke din “roja Sema Tuce hilat” û li Mêrsînê meydanê nîşan da ku Partiya Çep a Kesk wê ji dengê HDP'ê yên sala 2018'an bêhtir dengan wergire.   

Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) mîtîngên xwe yên ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê dewam dike. Doh li Agirî û Mêrsînê wê hêza xwe nîşan da. Di mîtînga li Agiriyê de namzetê parlamenteryê yê Partiya Çep a Kesk li Agiriyê, Sirri Sakik got, “Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin.” 

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Agiriyê mitîngeke bi heybet li dar xist. Mitîng li Çarêya Agiriyê hate lidarxistin. Pankarta “Sema Yuce ya Çiyayê Agiriyê hêj jî roja te hil tê” mohra xwe li mitîngê da. Piştî ku dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, namzetên parlamenteriyê û nûnerên partiyê girse silav kirin, bernameya mitîngê dest pê kir.  

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agiriyê, Cemal Kaya got, “Yên ji bo me dibêjin; ‘taqeta wan nemaye’ bila baş li vê meydanê binihêrin. Împaratoriya tirsê ava kirin, lê em netirsiyan. Em Kurd in, ev der Kurdistan e.” 

Ji namzetên bajar, Zelal Yildiz jî got, “Berxwedana we mizgîniya azadiyê ye. Ev coşa we, tirsê dixe nava dilê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê. Ev hilbijartin dê ji bo gelan hemûyan weke hilbijartineke dîrokî be. Her dengê hûn didin Partiya Çep a Kesk wê avakirina civaka demokratîk be.” 

Namzet Heval Bozdag jî got, “Ev coşa we dê deriyê zindanên ku hevalên me di wan de dîl in, veke. Gelê me îro nikare çandiniyê bike, bazirgan nikare sewalan bikire, siberoja ciwanan dizîn, keda me xwarin. Hindik ma ku em hesab ji wan bipirsin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê û wekheviya destûra bingehîn, dixwazin.” 

 

Ew ê tecrîdê bişikînin 

Namzet Nejla Demîr jî got, “Hikûmeta faşîst a AKP’ê qaseyên vî gelî şêlandin. Ev kes razemeniyê tenê ji bo qesrên xwe û alîgirên xwe dikin. Dixwazin ciwanên me bi zextan bêzar bikin. Em ê di vê hilbijartinê de dîwarên wan ên faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê em bi vê hêviyê biçin ser sindoqan û dersekê bidin wan. Bila dost û dijmin her kes bizane ku em ê teqez bi ser kevin.” 

Ji PSK’ê jî Mehmet Yuce axivî û bal bire ser tifaqa Kurdan: “Divê em li her deverê bên gel hev û gelê xwe azad bikin. Pirsgirêka me, pirsgirêkeke neteweyî ye. Pirsgirêka me ew e ku zimanê me tê tinekirin, zarokên me tên asîmîlekirin û ev yek tehlûkeyeke mezin e. Ji bo ku em bikarin gelê xwe ji van gefan biparêzin, divê em bên gel hev. Divê em herî kêm bi 90 parlamenteran bikevin meclîsê. Ji bo vê jî hewce ye em bi hêza xwe hemûyî bixebitin.” 

 

Kuştina Kurdan ne hêsan e 

Herî dawî jî namzet Sirri Sakik got, “Em ê li vî bajarî her 4 parlamenteran jî bi dest bixin. Plakaya me 04 e. Em ê 0’ê bêxin stûyê wan û bişînin. Li vî bajarî bêhiqûqî, dizî û zilm heye. Niha bi katrîlyonan deynê şaredariyê hene. Şaredarî milkê bavê we nîne. Yên ku pişta xwe bi desthilata AKP-MHP’ê germ kiribûn, gef dixwarin. Niha dema hesabpirsînê ye. Em qebûl nakin ku îradeya gel bi qeyûm xesb bikin. Ne Suleyman Soylu ne jî yên dikarin vê bikin.”

Sakik, behsa qetilkirina du zarokên li firnê dixebitîn ên li Giyadînê jî kir û got, “Pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û cezayên nû li her kesî birrîn. Wê demê li firineke Giyadînê du zarok dixebitîn. Tîmên taybet bi ser firinê de girtin û ew zarok li wir parçe parçe kirin. Gotin ku van zarokan di şer de canê xwe ji dest daye. Lê xelkê Giyadînê rabû ser pêyan. Bila deynê stûyê me be ku em kujerên Orhan û Muhammed derxînin pêşberî dadgehê û hesab ji wan bipirsin. Kuştina Kurdan ne welê hêsan e.” 

Siyasetvan Ahmet Turk jî ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li mitîngê bibe û peyameke bidîmen şand. Turk, di peyama xwe de got: “Hûn, dê siberojê diyar bikin. Piştî polîtîkayên zilmê, êdî firsendeke dîrokî ketiye ber destê me. Em dixwazin ku hûn di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bibin yek û vê firsendê bi kar bînin.” 

Piştî axaftinan, hunermend Şehrîbana Kurdî derket ser dikê. 

 

Mîtîng bi Çep a Kesk xemilî

Partiya Çepên Kesk, bitevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Mêrsînê mitîng li dar xist. Mîtîng li rex Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, namzetên parlamenteriyê û Başak Demîrtaş tev li mitîngê bûn. Qelebalixa li cihê mîtîngê eşkere nîşan da ku Partiya Çep a Kesk wê ji dengên HDP´ê yên 2018´an bêhtir dengan 14´ê Gulanê li Mêrsînê bi dest bixe.

AGIRÎ/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.