Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Cemal Akar got, armanca wan ew e ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 4 wekîlan derînin.

Partiya Pajerojê ya Kesk û Çep (Partiya Çep a Kesk) Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Agiriyê weke namzet nîşan dan.

Niha li Agiriyê 3 parlementerên HDP’ê û parlementerekî AKP’yî hene. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Agiriyê, Cemal Akar got, armanca wan ew e ku 4 wekîlan derxin: “Hilbijartin ji bo me amûrek e, em partiya gel in. Em bertek û hêrsa gel dibînin û polîtîkayên xwe jî li gorî wê dimeşînin. Divê ti partî ji vê hilbijartinê ji xwe re par dernexe. Partiya Çep a Kesk aktorekî xurt e û vê carê em ê bi 4-0 derkevin. Em ê plakaya xwe bikin lewhe.

Me hemû tedbîrên xwe girtine. Berê jî ev sîstem hatibû tehşîrkirin. Her kes dizane ku ew diz in. Ji bo ewlehiya hilbijartinê jî xebatên me yên cidî hene. Em bi gelek parêzeran re hevdîtinan dikin, em ê bi wan re ewlehiya hilbijartinê pêk bînin. Di heman demê de gelê me yê welatparêz û xebatkarên partiya me jî çi ji destê wan bê dê bikin. Me hemû tedbîr girtine û em ê sindoqên xwe biparêzin. Em ê dest ji sindoqên xwe bernedin.”

NAVENDA NÛÇEYAN