Agir û Fedakar şehîd bûn
În 22 Nîsan 2022 - 22:24
- HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Hevalên me Agir û Fedakar hem bi berxwedana xwe û hem jî bi helwêsta xwe ji bo hevrêyên xwe bûne xeta berxwedanê.”
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Hevalên me Agir û Fedakar hem bi berxwedana xwe û hem jî bi helwêsta xwe ji bo hevrêyên xwe bûne xeta berxwedanê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, derbarê 2 gerîlayên 17’ê Nîsanê di êrişên dagirkeriyê de şehîd bûne, got, “Li hemberî tevgera dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker daye destpêkirin, tîmên gerîla yên gerok derbên herî giran ên di dîrokê de li dijmin dixin. Dijmin qet ne li benda van derban e û xwe ji van derban re amade nekiribû. Hevalên me Agir û Fedakar ên ku pratîkvanên hoste yên vê taktîkê ne, bi berxwedana xwe, derbên giran li dijmin xistin. Hevalên me Agir û Fedakar hem bi berxwedana xwe û hem jî bi helwêsta xwe ji bo hevrêyên xwe bûne xeta berxwedanê.”
Nasnameya şehîdan wiha hat eşkerekirin:
* Agir Botan (Serhat Sakçi) yê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Şahiye û Ramazan, 17’ê Nîsana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
* Fedakar Cûdî (Elî Îbrahîm) ê li Kobanê ji dayik bûye, kurê Cemîle û Ebûzeyt, 17’ê Nîsana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN