- Alîkarê Serokê Komîsyona Pêşmergeyan li Parlementoya Herêma Kurdistanê Osman Sêderî ku ser bi Fraksyona YNK’ê ye bersiva Cehfer Emînkî yê PDK’yî da û got: “Agahiya hikûmetê ji bûyera Xelîfanê nîne.”
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Alîkarê Serokê Komîsyona Pêşmergeyan li Parlementoya Herêma Kurdistanê Osman Sêderî ku ser bi Fraksyona YNK’ê ye bersiva Cehfer Emînkî yê PDK’yî da û got: “Agahiya hikûmetê ji bûyera Xelîfanê nîne.”
Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Cehfer Emînkî pêr di daxuyaniyeke çapemeniyê de bersiva pirsa ajansa RojNews ya derbarê êrîşa PDK’ê ya Xelîfanê de dabû. Emînkî înkar kiribû hêzên PDK’ê êrîşê gerîlayên PKK’ê kirine û derbarê çarenûsa gerîlayên şehîd de jî gotibû: “Ew pirsa te girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, êdî bersiv didin nadin ew dizanin.”
Emînkî berpirsyariya êrîşê avêt ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê. RojNewsê xwe gihand Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û Alîkarê Fermandarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal. Lê her du jî gotin, “Agahiya me ji bûyera Xelîfanê nîne.”
Haya kesî jê tune!
Têkildarî mijarê Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmergeyan li parlementoya Herêma Kurdistanê û endamê fraksyona YNK’ê Osman Sêderî bersiva pirsên RojNewsê da. Sêderî diyar kir ti peywendiyeke hêzên YNK’ê bi çekdarên Roj re nîne û û YNK ji ti pratîkeke wan berpirsyar nîne.
Emînkî ku îddîa kiribû, Hikûmet mûxatabê bûyera Xelîfanê ye, Sêderî yê YNK’yî jî diyar kir agahiya Hikûmetê ji bûyereke bi vî awayî nîne!
Di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bilî PDK’ê, YNK, Goran, Hizba Sosyalîst û nûnerên Mesîhiyan jî hene.