‘Aforoz’ behsa qewirandina Ziko dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Gulan 2022 - 22:06

  • Ev demeke dirêj bû ku Yilmaz Ozdil li ser vê projeya xwe dixebitî. Piştî xebat bi dawî bû Ozdil fragmana filmê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kir û got, filma wî ji bo festîvalan amade ye.

Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdil ku berê kurtefilma “Barê Giran” çêkiribû û bi vê kurtefilma xwe li gelek festîvalan xelat wergirtibû, niha jî bi filma xwe ya nû ya metrajdirêje a bi navê “Aforoz” derdikeve pêşberî temaşevanan.

Ev demeke dirêj bû ku Yilmaz Ozdil li ser vê projeya xwe dixebitî. Piştî xebat bi dawî bû Ozdil fragmana filmê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kir û got, filma wî ji bo festîvalan amade ye.

Filma “Aforoz” behsa sirgûnê ango aforozkirina ciwanê bi navê Ziko dike ku 30 salî ye. Ji ber ku wî di xewna xwe de gunehkarî kiriye, ji gund tê qewirandin. Gundiyên Ziko ji gundên derûdorê re jî dibêjin, bila kes alîkarî pê re neke û lê xwedî dernekevin. Mijara filma “Aforoz” di zivistaneke sar de ye û dîmenên filmê jî li Bedlîsê hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.