Wezareta Çandê ya Îranê “Festîvala Xelata Kurtefilman ya Îranê” ku ew ê cara 13’an bihata lidarxistin ji ber afîşa vê qedexe kir. 

Wezaretê da zanîn ku li ser afîşê festîvalê jineke serê wê vekirî heye û ev yek weke hinceta qedexeya festîvalê nîşan da! Her wiha wezaretê da zanîn ku ev afîş dervayî zagonên heyî ye.

Ajansa IRNA ya dewleta Îranê nûçeya qedexekirina festîvalê li ser malpera xwe belav kir. Festîval dê îsal di meha Îlonê de bihata lidarxistin. Wêneyê ku di afîşê festîvalê de hatiye bikaranîn jî yê lîstikvana Îranî ya bi navê Susan Taslîmî ye. Susan Taslîmî di filmê “The Death Of Yazdgerd” (Mirina Yazdgerd-1982) de lîstibû.

TEHRAN