Afirîneriya jinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:30

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Cotkar û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de berê xwe dan bikaranîna enerjiya rojê. Sedemên wê jî di asta yekemîn de xwe dispêre êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê. Cotkar dibêjin ku enerjiya rojê dikaribû zeviyan û çandiniyê di salên dawî de li Kantona Cizîrê ji zuhabûnê xilas bike. Meryem Mihemed cotkareke ji gundê Mideyîna yê navçeya Til Temira Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Derbarê bikaranîn û sûdgirtina ji enerjiya rojê de axivî û got:"Enerjiya rojê di asta yekem de hawirdorparêz e û herdem dora mal û zeviyan kesk dihêle, di warê derûnî û zindiyên din de jî asayîbûnê çêdike. Êdî avhewaya gerdûnê ji dûmana jeneratoran qirêj nabe û zindiyên weke mirov, çûk û hwd. bi awayekî rehet dijîn. Jinên herêma me bi gelek cureyên êrîşan re rû bi rû man, ji êrîşên komên çeteyên DAIŞ’ê heta dagirkeriya Tirk û rêbazên şerê taybet û aborî yên ku li dijî herêma me pêk dihatin lê jin herdem bi fikir û projeyên xwe dikaribûn çareseriyên demkî bibînin û herêmê ji gelek karesatan xilas bikin. Weke jinên Ereb tişta ku me herî zêde jê sûdê girt jî rehenda aborî ya pergala neteweya demokratî bû. Em bi vê yekê hîn bûn çawa aboriya xwe ya civakî bi pêş bixin. Li hemberî hemû cureyên êrîşan divê jin projeyên nû bi pêş bixin û jîngeha xwe kesk bihêlin, ev jî bi enerjiya rojê pêkan dibe." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.