Afirînerên pêşketinên dîrokî

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:50

  • HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bûn ji afirînerên pêşketinên dîrokî û destketiyên heyî."

HPG-NRÇ'ê gerîlayên ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:’’Em hevrêyên xwe Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi hurmet û minet bi bîr tînin ku di Sibata 2018'an de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Di demekê de ku êrîşên dijmin herî giran bû, hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi sekna xwe ya fedaî asta gerîlatiya Apoyî ya têk naçe ispat kirin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me bi ruhê fedaî yê Apoyî bersiv dan armanca dewleta Tirk a tasfiyekirina PKK'ê ku di vê oxirê de hemû derfetên xwe bi kar anî. Hevrêyên me bi taktîkên xwe yên dewlemend, ev armanca dewleta Tirk têk birin. Hevrêyên me Baran, Ferzat, Mûrat û Rojhat bi baweriya xwe ya mezin û dilsoziya xwe ya xurt a bi nirxên azadiyê re li ber her cûre zehmetiyan rabûn û bûn ji afirînerên pêşketina dîrokî û destketiyên heyî. Ji ber vê yekê jî gelê me û malbatên hêja bi van ewladên xwe yên leheng çiqasî serbilind bin, hêja ye. Em sozê didin ku têkoşîna azadiyê ya van milîtanên Apoyî yên fedaî û wezîfeyên demê bi cih bînin û di şexsê wan de hêjayî hemû hevrêyên şehîd bibin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Bûne çavkaniya hêz û moralê

Hevrêyê me Baran li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Hevrêyê me di dema milîstiyê de dîl kete destê hêzên rejîma Îranê û 4 mehan li zindanê ma. Di pêvajoya zindanê de bi sekna xwe, milîtaniya Apoyî temsîl kir û di heman demê de zindan kir warê kûrbûnê. Di sala 2007'an de di ciwantiya xwe de beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Baran bi wezîfeya fermandariya eniyê, di gelek çalakiyên serketî yên li dijî artêşa Tirk de, roleke diyarker girt ser xwe, berxwedan mezin kir û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk di rêjeyeke mezin de bêencam hişt.  

Hevrêyê me Ferzat li navçeya Giyadîn a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Sala 2014’an, li zanîngehê beşa rojnamevaniyê ya dixwend di refa duyem de terikand û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me bi temamî xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir û di encama vê yekê de biryar da ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe, îdîaya xwe ya fedayîbûnê bi hemû hevrêyên xwe re parve kir. Di pêvajoya şerê li Zagrosan de, bi samimiyet, kelecan, moral û cesareta xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Ferzat piştî ku wezîfeya xwe ya li Zagrosan bi rengekî bêkêmahî temam kir, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bi heman îdîa û biryardariyê domand. 

Hevrêyê me Mûrat li navçeya Silopî ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz, jidayîk bû. Di sala 2012'yan de ku temsîla qonaxa herî girîng a Şerê Gel ê Şoreşgerî bû, hevrêyê me Mûrat ku dixwest tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, berê xwe da çiyayên Zagros û tevlî nava refên gerîla bû. Bi saya performansa xwe ya bilind a leşkerî ji bo hevalên xwe yên şervan bû çavkaniya hêzê û weke yek ji wan kesên ku kevneşopiya berxwedanê ya bênavber afirand, cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt. 

Hevrêyê me Rojhat, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbeteke welatparêz jidayîk bû. Di salên ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Başûr li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk dianîn de, hevrêyê me Rojhat berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bêguman û bêhesab dihat naskirin, bi hezkirin û azweriya mezin nêzî erkên herî giran bû û her tim hewl da barê hevrêyên xwe sivik bike. Ji bo vê jî berê xwe da xebatên herî zehmet û karî afrîneriya dewlemend a milîtaniya Apoyî pêk bîne."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Baran Çiya (Mahsûn Kasimî), li Xoy jidayîk bûye, Sibata 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Ferzat Sema (Bariş Ozden), li Agiriyê jidayîk bûye, Sibata 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Mûrat Erdal (Abdulhakîm Goren), li Şirnexê jidayîk bûye, Sibata 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rojhat Rojhilat (Îlyas Hakemî), li Makoyê jidayîk bûye, Sibata 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.