Abîdeyeke rûmeta Kurdan

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 16:49

  • Parlamenter Kordu: Dema min pirsa xwarinên girtîgehê ji Şakir Tûran kir, wî wiha li min vegerand: ‘Ez bi zor û zehmet dixwim. Heke xwarin nebe jî dibe, lê jiyaneke bêyî azadiyê nabe.’ Em soz didin apê xwe ku em jî dê sekna wî raber bikin.

Girtiyê nexweş Şakir Tûran ê di girtîgehê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdkirin, li navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate veşartin.

Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakîr Tûran bi penceşêrê ketibû û li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin. Dewleta Tirk ew ji bo dermanbûnê jî berneda û diencamê de ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê pêr şehîd bû. Tûran doh bi merasîmekê li gundê Şûtê yê Stewrê hate veşartin.

Cenazeyê Tûran, ji bo otopsiyê rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê. Piştî kar û barên otopsiyê, malbatê cenaze wergirt û bire Amedê. Cenaze, bi saetan li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Qeymeqamtiya Bajarê Nû ya Amedê hate sekinandin. Piştî israra parlamenterên Partiya Çep a Kesk, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Ji bo ku cenaze ji hêla polîsan ve neyê revandin, pêr li pêşiya nexweşxaneyê nobet hate girtin. Piştî ku malbata Tûran a li Antalyayê hate Amedê, cenaze ber bi Mêrdînê ve birin.

 

Li gundê xwe hat veşartin

Hevseroka Giştî ya DBP´ê Saliha Aydenîz, parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Amed û Mêrdînê, HDP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Komeleya Alimên Olê ya Amedê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li konvoya cenazeyê bûn. Cenazeyê Tûran birin mala wî piştre jî birin pêşiya Navenda Jiyana Civakî ya Şûtê. Li vir nimêja cenaze hate kirin û cenaze li goristana gund hate veşartin.

Piştî merasîmê, Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu got, “Bi sekna xwe ya xurt ji bo me bû mînak. Dema min pirsa xwarinên girtîgehê jê kir, wî wiha li min vegerand: ‘Ez bi zor û zehmet dixwim. Heke xwarin nebe jî dibe, lê jiyaneke bêyî azadiyê nabe.’ Dema min ev gotin bihîstin, gelek hestiyar bûm. Em soz didin apê xwe ku em jî dê sekna wî raber bikin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de bû. Mirina apê Şakîr, mirineke asayî nîne. Mafê wî yê jiyanê ji destê wî stendin.”

 

Tenê mirinê layiqî Kurdan dibînin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest û got, “Em soz didin apê Şakir ku heta Kurdistan azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna wî li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin. Ev sed sal in, tenê mirinê hêjayî Kurdan dibînin. Ev mirin bi destê dewlet û desthilatdariyê hate kirin. Ji doh heta niha her tişt bi serê cenazeyê wî de anîn. Lê ew çiqas zilm û zextê bikin jî, em ê bi paş ve gavê neavêjin. Em ê têkoşîna wan bidomînin.” 

 

Bila serê we jî bilind be

Piştre jî kurê Tûran, Abdurrahman Tûran axivî û got, herî dawî, dawiya hefteya berê çûbû cem bavê xwe: “Wê demê hiştin em biçin serdanê. Gotina bavê min a dawî ev bû; ‘ez serbilind im û min bi paş ve gav neavêt. Bila serê we jî bilind be.’”

Piştî axaftinan, xelk çû konê şînê yê li Navenda Jiyana Civakî ya gundê Şûtê.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.