Abdullah Ocalan li ber desthilatdaran radibe

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 16 Kanûn 2023 - 02:00

MIHEME PORGEBOL

Ji Zanîngeha Cambridgê ya li Ingilîstanê, civaknas Dr. Thomas Jeffrey Miley dibêje, Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî tîraniyê, modela neteweya demokratîk pêşniyaz dike.

Ew dibêje, “Pêşniyaza Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk, li ber xwe weke armanc datîne ku lihevhatineke ji bo jiyaneke pirrçandî, pirrqewmî, pirrdînî misoger bike. Ew hem li ber tîranbûna pirraniyê radibe, hem jî alternatîfê pêşniyaz dike da ku hindikahiyên çandî, etnîk û dînî xwe weke pirraniyên cihî çêkin, yanî hebin û xwebin.”

Li ser girîngiya xweseriya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk li cem Ocalan ew dibêje, “elaqedarî bernameyên siyasî yên Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk, pirr girîng e ku Abdullah Ocalan mafê diyarkirina çarenûsa xwe, ji nû ve rave û terîf dike. Êdî wext e ku em vê alternatîfa radîkal demokratîk hembêz bikin, xetên vê alternatîfê yên giştî Ocalan xêz kirin û di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdan de bi gewde bû.”

 

Bêrehm êrişî alternatîfê dikin

Ji bo maneya parêzname û fikrên Abdullah Ocalan di çarçoveya siyasî û civakî de civaknas Dr. Thomas Jeffrey Miley dibêje, “Rêber Abdullah Ocalan bi projeya xwe ya întellektuel û siyasî ya di nava parêznameya xwe de çalakiyeke navdixwedanê dike- Fikra demokrasiya radîkal a Ocalan, ne fikreke welê ye ku yên desthilatdar jê re xweşbîn bin. Berevajî wê, ew ji bo hêzên desthilat tehlûkeyek e, û ji xwe ha ji ber vê yekê, ew bi vî awayê bêrehm êrişî Abdullah Ocalan dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.