97 jin ketin parlamena Iraqê

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:04

  • Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê, wê piştî 20 rojan werin eşkere kirin. 

Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê, wê piştî 20 rojan werin eşkere kirin. Jixwe ji ber ku di bêhtirî 3 hezar û 60 sindoqan de qisûr, şaşî û bêûsûlî hatine tesbîtkirin, ev dem dikare dirêjtir jî bibe. Lê, li gorî tespîtên ewilî 97 jin wê bikevin parlamenê. 

Di 10’ê Cotmehê de, li Iraqê tenê ji sedî 41'ê hilbijêran çûne ser sindoqan. Piştî sala 2003’yan, ev hilbijartina pêşwest a yekem bû. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, da xuyakirin ku ew ê piştî 20 rojan encamên dawî yên hilbijartinê eşkere bike. 

Li gorî tespîtên ewilî yên Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê, di hilbijartinan de 97 jin bi ser ketine ûbûne parlamenter. Di daxuyaniya elaqedar a Sekreteriya Giştî de hat gotin: “Jinên iraqî, ji kotaya ji bo wan hatibû diyarkirin, bi zêdebûna 14 kûrsiyan, 97 kursî qezenc kirin.” 

Ji 97 jinên ketin parlamenê, 24 jê ji Başûrê Kurdistanê ne. Li Hewlêr Silêmaniyê û Dihokê 17, li Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê jî 7 jin ji bo parlamenê hatin hilbijartin. 

Li gorî daneyên pêşîn ên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê, di hilbijartinê de, partiyên Kurd bi giştî 61 kûrsî bi dest xistine. Tevî ku PDK´ê 300 hezar deng li xwe kêm kirin jî hejmara kursiyên xwe zêde kir û gihand 32´yan. Ji van 10 jin in. Ji 15 parlamenterên YNK´ê 9 û ji 9 parlamenterên Tevgera Nivşê Nû 5 parlamenter jin in. 12 ji van jî bêyî kotayê hatin hilbijartin. 5 jinan jî kota bi kar anî.

Di hilbijartinên parlamena Iraqê de, cara yekê ye ku 2 jinên Kurd ên Kakeyî hatin hilbijartin. Namzeta PDK’ê Necwe Hamîd Kakeyî, li herêma 2’yemîn a Kerkukê 10 hezar û 19 deng girtin û namzeta Tifaqa Kurdistanê (YNK-Gorran) Ehlam Remezan jî li Nînovayê 4 hezar û 910 deng girtin û hat hilbijartin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.