9 şervanên QSD’ê şehîd bûn
În 17 Adar 2023 - 16:10
- Di qezayê de 9 şervanên QSD´ê yên ji bo perwerdekirinê diçûn Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, helîkopterên ku hêzên wan vediguhastin ketine û 9 şervanên wan şehîd bûne.
Ji bo perwerdeyê berê xwe dan Başûr
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAİŞ ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Ji ber hewaya xerab ketin xwarê
Têkildarî sedema qezayê di daxuyaniyê de hate gotin: “Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du bilafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş a hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Terorê Şervan Kobanê şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.
Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”
NAVENDA NÛÇEYAN